Mele Şenlîk: Ji bo sivikkirina barê xwe yê dinyayiyê em bi hazirî têkevin meha Remezanê

Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Mehmet Şenlîk der barê girîngiya nêzîkbûna meha Remezanê, îbadetên ku divê bên kirin û zêdekirin û fezîletên îbadetên ku bên kirin de axivî û diyar kir ku di vê meha ku şeytan tên zincîrkirin de divê ruh jî ji gunehan bê terbiyekirin.
Ji meha Remezanê, sultanê yanzdeh mehan re çend rojên jimartî mane. Di alema Îslamê de şahîya gihîştina meha pîroz a Remezanê derbas dibe. Îcar, îbadetên ku divê di vê meha pîroz de bên kirin çi ne? Cejna Remezanê ruhanîtîya mirovan çawa tîne? Divê bawermend vê meha taybet çawa binirxînin?
Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Mehmet Şenlîk derheqê meha Remezanê de ji ÎLKHAyê re daxuyanî da.
Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Mehmet Şenlîk di derbarê çawanîya nirxandina firsenda meha Remezanê de şîretan kir û destnîşan kir ku divê em bi amadekarî têkevin Remezanê da ku barê xwe ji derd û kulên dinyayê sivik bikin.
Şenlîk weha got: "Weke ku tê zanîn sîya meheke din a Remezanê bi ser me de ket. Înşallah em ê hewl bidin ku vê ji vê Remezanê re amadehîyê bikin. Meha Remezanê ji bo me meha ummetê firsend e. Pêxemberê me (Silavê Xwedê lê be) weha got, ‘Xwedê Teala ev meh diyarî ummeta min kir’ ji ber ku di vê mehê de quran nazil bûye. Şeva Qedrê ku gelek biqîmet e di nav vê mehê de ye. Dibêjin ku ‘Meha Remezanê meheke wisa ye ku Xweda di wê de Qur’an daxistiye.’ Ji bo vê yekê em dema ku bikevin meha Remezanê divê em vê mehê wek fersend bibînin û barê xwe ji gunehan sivik bikin û hazirîyê bikin.”
"Remezan hat, firsedek li ber me vebû"
Mele Şenlîk di berdewama axavtina xwe de hedîsa Pêxemberê me ku dibêje, “Dema meha Remezanê dest pê dike, deriyên cennetê vedibin, deriyên cehennemê têne girtin û şeytan têne zincîrkirin.” Bibîrxist û weha axavtina xwe zêde kir, "Dibe ku hinek kesên xwedî bawerî û kêmasîyan ji Remezanê bêzar bibin. Li şûna ku mirov bibêje 'Remezan dîsa hat' mîna ku felaket hatibe, divê bêje 'Elhemdulîllah, Remezan hat, ji me re fersend vebûye, di vê meha bimbarek de fersendek ji me re vebûye.”
"Werin em di meha Remezanê de Qur'anê pir bixwînin û pê bawer bin"
Molla Şenlîk di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku meha Remezanê meha biratî û hezkirinê ye û bi van gotinan bal kişand ser girîngiya xizmtiyê.
"Ka em di vê mehê de pir bixwînin. Vê mehê meha evînê û biratîyê ye. Em di vê mehê de çend tewsîyeyan dikin ji wan yek xwendina Quranê ye, ya dinê sila-î Rehim yanê zîyaretkirina xizman e, tewsîyekî dinê jî sedeqe ye. Werin em di vê mehê de xûşk û birayên xwe yên mihtac bîrcva nekin û ji wan re sedeqeyan bidin. Bi taybetî em ji Xezze, Filistîn, Efxenistan û Efrîqayê re sedeqeyan bişînin.”
Molla Mehmet Şenlîk di serî de li welatê me û hemû alema Îslamê, hatina meha Remezanê pîroz kir û weha dawî li axaftina xwe anî:
“Bi vê minasebetê ez ji Xweda niyaz dikim ku meha Remezanê li temamê ummetê bi xêr be, ser sifreyên me fireh be, dilê me rehetî û civata me jî aramî û bextewariyê bîne. Xwedê Remezana me ji niha ve pîroz bike." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, li Meclîsê daxuyanî da, Ramanli derheqê kêmbûna pileya zarokên ku têne dinyaya, tedawîya ji bo çêkirina zarokan û rejima îşxalker de agahîyan da.
Li Tuzlaya Stenbolê di seatên êvarê de li alîyê marînayê di nav kelekekî de şewat derket. Di encama şewatê de 4 kelek şewitîn û bûn wek xwelîyê.
Li Kanî Reşa Çewligê wesayîtek û qamyonetek li hev qelibîn, di encama qezayê de 1 jê giran 7 kes birîndar bûn.
Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîya es-Sudanî, dê sibe Tirkîyeyê zîyaret bike.