Serokwezîrê Iraqê Sudanî, tê Tirkîyeyê

Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîya es-Sudanî, dê sibe Tirkîyeyê zîyaret bike.
Wezîrê Ragihanîya Serokkomartîyê Fahrettîn Altun, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de weha got, “Serokkomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan, bi tevî lijneya bi xwe re ew ê Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîya es-Sudanî ku sibe (8ê Gulanê) were Tirkîyeyê di Kullîyeya Serokkomarîyê de qebûl bike.”
Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Di çarçoveya ku ew ê bi tevî minasebetên Tirkîye-Îraqê meseleyên herêmî û kûrewî jî bêne bidestxistin de, ‘Civîna Konseya Hevkarîya Stratejîk a Bi Pileya Bilind a Tirkîye-Îraqê’ jî bê lidarxistin. Bi vê wesîleyê tê texmînkirin ku ew ê nameyên ku armanc dike hevkarîya nav herdu welatan jî yên di warê beşên muhtelîf de ne bêne îmzekirin. Em wisa bawer dikin ku ew ê bi zîyareta Birêz Sudanî minasebetên Tirkîye-Îraq ên ku kokdar in di gelek warî de qewettir bibe.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, li Meclîsê daxuyanî da, Ramanli derheqê kêmbûna pileya zarokên ku têne dinyaya, tedawîya ji bo çêkirina zarokan û rejima îşxalker de agahîyan da.
Li Tuzlaya Stenbolê di seatên êvarê de li alîyê marînayê di nav kelekekî de şewat derket. Di encama şewatê de 4 kelek şewitîn û bûn wek xwelîyê.
Li Kanî Reşa Çewligê wesayîtek û qamyonetek li hev qelibîn, di encama qezayê de 1 jê giran 7 kes birîndar bûn.