Mele Beşîr Şîmşek: Em ê li dijî her cure zilmê serî hildin

Serokê Weqfa Evîndarên Pêxember Mele Beşîr Şîmşek di axaftina xwe ya li bernameya ku li Wanê hat lidarxistin de ser girîngiya berxwedana li dijî zilma ku li alema Îslamê tê jiyîn bal kişand û weha got: "Me dev ji exlaqa berxwedanê ya Pêxemberê xwe berda, ji ber vê yekê em di vê rewşê de ne."
Bernameya Mewlûda Nebî ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Wanê hat lidarxistin bû qada coşeke mezin.
Di çalakiyê de Serokê Weqfa Evîndarên Pêxember Mele Beşîr Şîmşek ji gelê Wanê re axivî. Di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Dema ez li we dinêrim, alim û şêxên mezin ên li van axan xizmet kirine bi bîr tînim” û destnîşan kir ku gelê Wanê ruhê berxwedan û serhildanê hilgirtiye.
Şîmşek bi alimên mezin ên wekî Beduzzeman Seîdê Nûrsî, Şêx Seîd Palevî, Ahmed-î Xanî û Şêx Ziya Hekkarî re gelê Wanê nas kir û bîranînên mezinên ku bi salan li van xakan ji bo şiyarbûna Îslamê xizmet kirin silav kir.
"Di dîrokê de tu carî ummeta Îslamê û kesên xwedî îman ev qas rezîl nebûn"
Şîmşek, diyar kir ku gelê Wanê şopa alimên mezin ên ku ji van axan re xizmet kirine dişopîne û wiha got: "Ez alimên me yên ku bi mewlûd, ders, helbest, şûr û nivîsên xwe ji bo vî gelî canê xwe ji dest dane bi bîr tînim. Ev qad nîşan dide ku tovên ku çandine şîn bûne."
Şîmşek, anî ziman ku wan bi hilbijartina temaya Weqfa Evîndarên Pêxember temaya bernameyên ku her sal li dar dixin diyar kirin, îsal "Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed" bû û ronî kir ku sedema tengasiyên ummeta Îslamê ye. "Di dîrokê de tu carî ummeta Îslamê û kesên xwedî îman ev qas rezîl nebûn. Ji bo ku em jêdera vê yekê hîn bibin divê em li jiyana Pêxemberê xwe binêrin."
“Pêxemberê me hem pêxemberê rehmetê ye û hem jî pêxemberê qadên şer e”
Şîmşek destnîşan kir ku Pêxemberê me ne tenê bi weaz, şîret û îbadetan, di heman demê de bi berxwedanê jî bûye rêber û wiha got: "Pêxemberê me hem pêxemberê rehmê ye, hem jî pêxemberê qadên şer e. Îro em li çaraliyê erdnîgariya Îslamê zilmê dibînin. Li Xezze, Sûrîye, Iraq û Tirkistana Rojhilat xwîn diherike û hêsir dibarin. Çima? Ji ber ku me exlaqa berxwedan û qîyama Pêxemberê xwe terk kirine."
Şîmşek bi bîr xist ku di tevahiya dîrokê de hemû pêxember li hemberî zaliman li ber xwe didin û Pêxemberê Îslamê jî di vê rêyê de zehmetiyên mezin dîtiye û wiha got: "Pêxemberê me li dijî zilma muşrikên wek Ebû Cehl û Ebû Leheb li ber xwe da. Koç kir, di bin ambargoyan de ma, birçîbûn û zehmetiyan kişand, lê tu carî dest ji berxwedanê berneda."
Şîmşek, bal kişand ser bûyerên piştî koçkirina Pêxember a li Medîneyê jî û wiha got: "Cihûyên Benû Qeynûqeyê jineke Misliman tacîz kirin û sehabek jî ji ber vê sedemê şehîd bû. Pêxemberê me ew eşîr ji Medîneyê derxist. Dersa ku em jê derdixin ev e: Şeref, namûs û xwîna Mislimanan bi qîmet e û yên ku destê dirêjê vana dikin mehkûmê jêbûna destê xwe ne."
"Divê em li dijî zilma zaliman bisekinin"
Şîmşek di axaftina xwe de bal li ser bûyerên piştî xebera şehadeta Hz. Osman kişand û tiştên ku piştî Peymana Hudeybiyê qewimîn mînak da û got, "Ji bo heyfa xwîna Hezretî Osman Pêxemberê û eshabîyên wî bîadê kirin. Ji ber ku me ev cîhadê, şehadetê û îzzetê terk kirîye em di vî halî de ne. Xezze û erdnigarîya Îslamê ji bo vê rewşê mînakek e. Bi muşrikên Mekkeyî re peyman hatin kirin, lê yên ku destdirêjî li namûsa Mislimanan kirin jî li dij derketin. Îro jî divê em bi heman awayî li dijî zilma zaliman bisekinin."
Herî dawî Şîmşek ku diyar kir Xelîfeyê Ebbasî Mutesim Bîllah ji bo jineke Misliman a ku ji aliyê Bîzansiyan ve êsîr hatiye girtin rizgar bike artêşeke mezin şandiye û wiha got: "Çima îro em berxwedaneke bi vî rengî nabînin? Çima lîderên Misliman ji bo rûbirûbûna Netenyahu artêşekê amade nakin?"
"Em ê li dijî her cure zilmê rabin ser piyan"
Şîmşek xîtabî girseya bi coş a di bernameyê de kir û got, "Em weke Evîndarên Pêxember ji vir diqîrin: Zilm ji kî were bila were, em ê ji cure zilmê re serî rakin. Divê hemû Misliman guh bidin qêrîna dayik, zarok û kalên Xezzeyê."
Şîmşek, hedîsa Pêxemberê me ya "Musliman zilmê li birayê xwe yê Misliman nake" bi bîr xist û wiha got: "Em îro li hemberî mezlûmên li Xezzeyê bê eleqe man. Ew dayik diqîrin, lê em ji îmtîhana xwe ya dinyayiyê winda dibin. Xwedê me şiyar bike û Xezzeyê bi tenê nehêle." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî barana dijwar ku li Meletîyê barîya, jîyan bi xerabî tesîrdar bû. Bi tevî barana dijwar cedde û kolan di bin avê de man. Wesayît di nav zehmetîyê de derbas bûn.
Li navçeya Sîmava Kutahyayê di mezinahîya 4,2yan de erdhejek pêk hat.
Di rûniştina 3yemîn a ku 6 jê girtî 15 sûcdarên ku bi cînayeta Narîn Guran ku li Dîyarbekirê hat kuştin re têkilî ne de dadgeh birayar da ku dozê ji 30yê Gulanê re taloq avêt.
Li Meletîyê du wesayît serî li serî li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.