Li şantiyeya TOKÎ jehrîbûna karbonmonoksîtê: Ji 4 karkeran yek mir
Ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ji komirê ku li şantiyeya TOKÎ ya li Meletiyê ji bo germkirinê dihat şewitandin derketiye, karkerek mir û sê karkerên ku ji gazê tesîrdar bûne rakirin nexweşxaneyê.
Bûyer, saetên sibê li taxa Zafer a navçeya Battalgaziyê qewimî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, çar karkerên Îranî yên ku di înşaeta qada rezervê ya TOKÎ ya li Kolana Şehit Yavuz Arslan de dixebitin, di odeya înşaetê de ji bo germ bibin û şevekê lê bimînin, di kovîyekê de komirê şewitandin.
Gaza karbonmonoksîtê ya tîr a ku di hawîrdora girtî û bi hewayeke nebaş de çêdibe bandor li karkeran kir.
Dema ku karkerek serê sibê bêhiş şiyar bû û rewş ferq kir, 112 hate agahdarkirin.
Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîsan bo cihê bûyerê hatin şandin.
Di lêpirsîna destpêkê ya ku ji hêla tîman ve hat kirin de, hat destnîşankirin ku karkerek miriye.
Sê karkerên ku ji gazê bandor bûne bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Battalgaziyê.
Her çend hat hînbûn ku rewşa tenduristiyê ya yek ji karkeran giran e jî, lê talûkeya jiyana her du karkerên din nîne.
Cenazeyê karkerê mirî ji bo otopsiyê birin Morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokatiya Malbata HUDA PARê di peyama xwe ya ku bi minasebeta "Roja Hevgirtina Navneteweyî û Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan" weşand de, girîngiya ku Îslam dide jinan û polîtîkayên Rojavayî ne çareserî ne, destnîşan kir.
Li navçeya Qosera Mêrdînê, dê, bav û qîza wan a 5 salî di nav malên xwe de wek bi guleyan li seêr xwe gule xwarine hatin dîtin.
Serokê Komeleya Mûşê yê Karwana Hêvîyê Mustafa Şakar, daxuyand ku ew berîya ku zivistan were belavkirina cil û bergên zivistanê kirine.