Li Rihayê ji bona ku Kurdî di dersan de were bijartin bang hat kirin
Di daxuyaniyek çapemeniyê de ku ji teref Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê ve li ber avahiya xizmetê ya baroyê hat lidarxistin, banga teşwîqkirina hilbijartina dersên Kurdî (Kurmancî û Zazakî) wekî dersên bijarte û rakirina astengiyên li pêşiya perwerdehiya bi zimanê dayikê hat kirin.
Roja Înê 13ê Sibata 2026an, saet 14:00an de, li ser banga Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê, li ber avahiya Baroya Rihayê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Serokê Baroya Rihayê Parêzer Abdullah Oncel, Serokê Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê Parêzer Âdem Ok, Serokê Komeleya Ziman û Çanda Kurdî Mamoste Sami Tan, gelek parêzerên Baroya Rihayê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatî beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Parêzer Nurullah Kuçukoglu, endamê Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê ve hate kirin. Kuçukoglu pêşî daxuyanî bi Kurdî (Kurmancî), paşê jî bi Tirkî xwend. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Mustafakemalpaşa ya Bûrsayê erdhejek bi şîddeta 3.5 pileyî çêbû.
Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç projeya sîstema rêya hesinî ya ku demek dirêj e li bendê ye ji bo Dîyarbekirê anî Meclîsê.
36 koçberên neqanûnî yên li ser qeyikeke lastîkî ku ji ber têkçûna motorê li peravên navçeya Ayvalik a Balikesirê binav bû, ji aliyê ekîbên Ewlekariya Peravê ve hatin rizgarkirin.