Li peravên Mûxlayê 60 koçberên neqanûnî û qaçaxçiyên koçberan hatin girtin
Li navçeya Seydikemer a Mûxlayê, 60 koçberên neqanûnî, ku 28 ji wan zarok bûn û dixwestin bi awayekî neqanûnî ji welat derkevin, û şikdarekî qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin.
Piştî îxbarekê, qeyikên Ewlekariya Peravê, Ekîba Têkoşîna li dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Rêxistinkirî (KOM) ya Ewlekariya Peravê, Ekîba Noqvaniyê ya Ewlekariya Peravê û ekîbên Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Seydikemerê ber bi herêma Kendava Leylekê ve hatin şandin.
Di operasyonên bejayî yên ku ekîban pêk anîn de, 32 koçberên neqanûnî û 28 zarokên bi wan re hatin tespîtkirin.
Koçberên neqanûnî û şikdarekî qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin.
Piştî ku prosedurên wan qediyan, koçber ji bo Rêveberiya Koçberiyê ya Parêzgehê hatin şandin.
Şikdarê doza qaçaxçîtiya koçberan sewqî dadgehê hat kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weşana sirûd û stranên qaşo neteweyî li mizgeftên Hesekê ji teref endamên PKK/SDG ve wekî kiryarek nû ya bêrêziya li hember Îslamê hate dîtin, di heman demê de bi hezaran kes li Hewlêrê li dijî vê provokasyona li dijî nirxên pîroz nerazîbûn nîşan dan.
Di operasyoneke li dijî rêxistina DAIŞê li Kastamonuyê de, gelek materyalên dîjîtal hatin desteserkirin û şikdarek hat binçavkirin.
Karwana Hêvîyê ragihand ku wan bi dirûşmeya "Remezan Hêvîyê Tîne" dest bi xebatên alîkariyê kiriye û armanca wan ew e ku ji bo bi mîlyonan mirovên bindest ên li Tirkîyê û deverên cuda yên cîhanê hêviyê bînin.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Araqçî re li ser telefonê axivî.