PKK/SDG ji hoparlorên mizgeftan stran lêxistin, Hewlêr rabû pîya
Weşana sirûd û stranên qaşo neteweyî li mizgeftên Hesekê ji teref endamên PKK/SDG ve wekî kiryarek nû ya bêrêziya li hember Îslamê hate dîtin, di heman demê de bi hezaran kes li Hewlêrê li dijî vê provokasyona li dijî nirxên pîroz nerazîbûn nîşan dan.
Weşana stran û sirûdên qaşo neteweperest bi rêya hoparloran li hinek mizgeftên li parêzgeha Heseke ya Sûrîyeyê, ku di bin kontrola PKK/SDGê de ye, li herêmê û li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, bûye sedema nerazîbûneke berfireh.
Ev kiryar wekî bêrêziyeke eşkere li hember Îslam û mizgeftan hate dîtin, û li Hewlêrê du rojan xwepêşandan hatin lidarxistin.
Xwepêşanderan bi bîr xistin ku PKK/SDG berê jî bi pratîkên wekhev gavên provokatîf li dijî nirxên dînî avêtibûn, û tekez kirin ku karanîna mizgeftan ji bo peyamên sîyasî û îdeolojîk nayê qebûlkirin. Di xwepêşandanan de pankart hatin hilgirtin û slogan hatin qîrkirin û redkirina her cûre destwerdana li cihên pîroz hatin nîşandan.
Dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin nîşan didin ku xwepêşander heqaretên li dijî pîroziya Îslamê şermezar dikin û li dijî her bêrêziyek li hember Quran û Hezretî Muhammed (silavên Xwedê lê bin) helwestek zelal digirin.
Di bertekan de ev hatin gotin, "Gelê Kurd Misilman e û ew ê xwe nespêre projeyên ku nasnameya wan bi rêya baweriya wan hedef digirin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di operasyoneke li dijî rêxistina DAIŞê li Kastamonuyê de, gelek materyalên dîjîtal hatin desteserkirin û şikdarek hat binçavkirin.
Karwana Hêvîyê ragihand ku wan bi dirûşmeya "Remezan Hêvîyê Tîne" dest bi xebatên alîkariyê kiriye û armanca wan ew e ku ji bo bi mîlyonan mirovên bindest ên li Tirkîyê û deverên cuda yên cîhanê hêviyê bînin.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Araqçî re li ser telefonê axivî.