Li Manîsayê qamyonetek li qamyonekê qelibî: 1 mirî, 4 birîndar
Li navçeya Kula ya Manîsayê, ji ber ku qamyonetek li qamyonekê qelibî, kesek mir û 4 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Qeza, şevê li çarrêya Esenyaziyê qewimî. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, qamyoneta ku S.K. diajot li qamyoneta ku P.G. diajot qelibî.
Di encama qezayê de 5 kesên ku qamyonetê de bûn asê man.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîb ên tenduristiyê, îtfaîye, cendirme û polêsan hatin şandin. Mirovên ku qamyonetê de asê mabûn bi xebata ekîbên îtfaîyeyê hatin derxistin.
Yek ji birîndaran, R.O. (21), li nexweşxaneya digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da. Hat hînbûn ku 4 kesên din hêna jî têne dermankirin û rewşa wan giran e.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr di derbarê pevçûna navxweyî ya li Yemenê de daxuyaniyek da û diyar kir ku divê welatên herêmê li şûna ku di şerê navxweyî yê di navbera Misilmanan de alî bigirin, ji bo aştiyê înîsiyatîf bigirin û daxwaza agirbestek mayînde û rakirina dorpêçê kir.
Li Êlihê, wesayîtek ku şofêrê wê kontrola wê winda kir li bariyera navîn qelibî. Di qezayê de çar kes, ku di nav wan de zarok jî hebûn, birîndar bûn.
Li navçeya Maltepe ya Stenbolê, nîqaşeke di navbera xwediyê xanî û kirêgirekî de veguherî gulebaranê, di encamê de xwediyê xanî Osman A. û jina wî Nursen A. hatin kuştin, her wiha parêzer Emîr Alî S. bi giranî birîndar bû. Şikdar Mehmet T. piştî bûyerê gule li polêsan reşand lê ji aliyê hêzên Operasyonên Taybet ve sax hate girtin.