Li Stenbolê nakokiya xwediyê xanî û kirêdar: 2 mirî, 1 birîndar
Li navçeya Maltepe ya Stenbolê, nîqaşeke di navbera xwediyê xanî û kirêgirekî de veguherî gulebaranê, di encamê de xwediyê xanî Osman A. û jina wî Nursen A. hatin kuştin, her wiha parêzer Emîr Alî S. bi giranî birîndar bû. Şikdar Mehmet T. piştî bûyerê gule li polêsan reşand lê ji aliyê hêzên Operasyonên Taybet ve sax hate girtin.
Li Kolana Taşocagi ya taxa Gulsuyu ya navçeya Maltepe ya Stenbolê, di navbera xwediyê xanî û kirêgirekî de nîqaşeke çekdarî çêbû. Di êrîşê de du kes mirin û kesek jî bi giranî birîndar bû.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, bûyer derdora saet 13:10an de qewimî.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi destpêkirina demsala tirşîyê li Dîyarbekirê, firoşkarên bazarên herêmî diyar kirin ku ji hêla welatiyan ve ji bo hilberên tirşiyê daxwazek mezin heye, lê zêde kirin ku fîyet li ser hilberîneran bargiraniyek çêdikin, û xerîdaran ber bi hilberên erzantir ve diçin.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek ragihand ku lêpirsîna berdewam îhtîmala ku cenaze bi karanîna maddeyên kîmyewî bi tevahî hatibe tunekirin, dinirxîne.
Li navçeya Hewengê di qezayekê de ku wesayîtek bazirganî ya sivik li qamyonekê qelibî, 4 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.