Li Dîyarbekirê wesayîtek şewitî
Li navçeya Çinara Dîyarbekirê wesayîtek ku di rêya xwe de diçû ji nişkav de agir pê ket, di encamê de wesayît bû wek xwelîyê.
Bûyer, doh 10 kîlometre dûrê gundê Baxcaxeyê pêk hat. Li gorî agahîyan wesayîta ku di rêya xwe de diçû ji nişkav de agir pê ket û şewitî.
Agirê ku derket bi midexeleya ekîbên îtfaîyeyê hat vemirandin, lê wesayît bû wek xwelîyê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Gebze ya Qocaeliyê avahiyek heft qatî hilweşiya. Waliyê Qocaeliyê Îlhamî Aktaş ragihand ku malbatek ji pênc kesan di hundirê avahiyê de ye. Lêkolînan eşkere kir ku du kes mirine. Hewldanên ji bo dîtina endamên din ên malbatê berdewam dikin.
Karwana Hêvîyê ku alîkarîyên xwe yên piştî 7ê Cotmehê, di Tofana Eqsayê de, zêde kirîye, ji şîva germ, heta alîkarîya neqdî, ji konan heta alîkarîya tenduristîyê di gelek warî de bi qasî 192 Lîreyî ji Xezzeyê re bû hêvî.
Li navçeya Gulnara Mêrsînê mînîbûsa ku karker di nav de bûn û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn.