Li Dîyarbekirê bernameya “Stêrkên Ku Rêya Me Ronî Dikin” hat tertîpkirin
Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve di meha Mijdarê de di çarçoveya “Meha Mijdarê Meha Eshabîyan” de bi şîara “Stêrkên Ku Rêya Me Ronî Dikin” qala jiyana Musab Bîn Umeyr hat kirin.
Îsal jî wek her sala ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve di meha Mijdarê de jiyana eshabîyek tê qalkirin. Weqf meha Mijdarê wek meha eshabîyan îlankiribû.
Bernameya ku li Dîyarbekirê hat lidarxistin li Camîya Kurşunluya ku navçeya Sûrê ye hat tertîpkirin, bername bi xwendina Qurana Pîroz ê ji teref Emîn Yilmaz Xoce ve hat xwendin dest pê kir. dûre ji teref koma mewlûd a Îttîhadul Ulema ve îlahî hatin xwendin û bername bi şanoyê berdewam kir.
Piştî şanoyê Ufuk Îgdelî qala jiyana Musab Bîn Umeyr kir.
“Endîşeyekî wan tenê hebû ku ew jî razîkirina riza Xwedê ye”
Îgdelî îfade kir ku divê hemî însanîyet jiyaan eshabîyên Resûlê Xwedê baş hîn bibin, “Divê em eshabîyan baş hînbibin. Resûlê Xwedê ji me re qala wan dike û dibêje, ‘Ew wek stêrkên li asîman in. Hûn xwe bi kîjan re girê bidin bi îzna Xwedê hûnê rêya xwe şaşnekin’ Ji ber vê yekê divê em jî eshabîyan baş nas bikin û baş qala wan bikin. Divê em endîşeya eshabîyên ku 2 hezar û 300 kîlometre ji malê xwe dûr ketine çiye, gelo endîşeya ku ji Medîneyê hatine Dîyarbekirê çîye? Gelo endîşeya Ebu Eyyub el Ensarî ku di emrê xwe yê 90 salî de ji Medîneyê çûye Stenbolê çîye? Îbnî Ebî Kebşe ku ji Medîneyê çûye Çûnê çi endîşe kirîye ku ewqas rê çûye. Endîşeyek wan hebû ku ew jî razîkirina Xwedê ye.”
Îgdelî bal kişand ku xelasîya ummeta Îslamê ku ketîye nav vê rewşê ji nû ve berê xwe dayîna sinneta Pêxember e, bidestxistina wan rojên bi îzzet ku me bêrîya wan rojan kirîye ev e.
“Însanîyet, li hember civakek ku qîzên xwe di nav rehetîyê de bi saxîtî dikirin binê axê re rûbirû mabû”
Îgdelî di berdewama axavtina xwe de weha got, “Însanîyet berîya Pêxemberê Xwedê bi civakek ku qîzên xwe di nav rehetîyê de bi saxîtî dikirin binê axê re rûbirû bû. Însanîyet berîya Pêxemberê me di nav tarîtîya xwe de winda bûbû. Di wê dewrê de heramî û gineh ne tiştekî fedîyê bû, bileqs însanên ku heram û ginehan pêk dianît bi xwe de şanaz dibû. Ji ber merhamet û rehmeta Xwedê, ew di wê dewrê de jî ji bona ku însanîyet rêya xwe bibîne Pêxemberek şand.”
Di berdewama axavtina xwe de Îgdelî qala îmananîtina Musab Bîn Umeyrê ku di warê mal û milkê dinyayê de hemî însan xwezîya xwe bi wî dianit de bû kir û lê zêde kir, “Musab, dema ku ji dîya xwe hat diyanê ve xwedî meqam û mewkîyê bû. Hêj jidayîkbûbû ew navdar bû. Lê di nav dilê wî de valahîyekî hebû. Hetanî ku hevalê wî Xebbab ji wî re qala dînê Îslamê kiribû ev valahîya wî berdewam kir. dema ku Xebbab ji Musab re qala Îslamê kir, Musab jî xwe teslîmê Xwedê kir.”
“Îmananîtina wê demê wek pîzotekî ku mirov bi destê xwe bigre bû”
Pêxemberê me ji bona ku mûşrîkan zerarê nedinê ji Musab xwest ku bila îmana xwe veşêr bide, “Çima Pêxemberê me ji Musab re dibêje ‘Ey Musab îmana xwe eşkere neke’? Çîmkî Îmananîtina wê demê wek pîzotekî ku mirov bi destê xwe bigre bû. Îmananîtina wê çaê zilm, îşkence û ezîyet bû. Hetta dibe ku tu şehîd jî bibî. Her çiqas Musab îmana xwe veşêr bide jî haya malbata wî jê çêdibe. Malbata Musab çawa haydar dibe hûn dizanin? Ji guhertinên exlaq, jiyan û axavtina wî fêhm dikin. Divê îman me veguherîne, divê toba me em veguherîne. Divê di navbera rewşa me ya berîya tobê û piştî tobê ne yek be.”
“Musab di jiyana xwe de ji me re nîşan dide eva ku îzzet û şerefê dide Îslam e”
Ufuk Îgdelî îfade kir ku Msuab Bîn Umeyr ji ber ku malbata wî fêhm kir ku ew bûye Misilman dûçarê îşkenceyan bû û ji ber vê yekê Resûlê Xwedê jê re got ku hîcretê Habeşîstanê bike û ew çû Hebeşîstanê.
Îgdelî, “Musab Bîn Umeyr ji ber ku bêrîya Resûlê Xwedê iek vedigere û dema ku tê Mekkeyê dewra boykotê bû û rewşa Misilmanan ne baş bû. Tê dîtin ku li ser Musab cil û bergên pînekirî heye û Resûlê Xwedê digrî ku Musab berîya îmanê bi cilên îpekan xwe dixemiland, niha ji ber ku îman anîtîye dûçarê jiyanekî çawa bûye. Lê em ji li vê derê dibînin û fêhm dikin ku îzzet ne bi cil û bergan e. Mirov doxtor be, mamoste be an jî cil û bergên xweşik li ser wî be jî heta ku îman tinebe ew ne xwedî îzzet û şeref e. Çîmkî yê ku îzzet û şerefê dide Îslam e.”
“Musab Bîn Umeyr li piaş xwe jiyanek mezin, xizm, hezkirî û bazirganîya xwe hişt”
Îgdelî qala çûndina Medîneyêya Musab Bîn Umeyr jî kir û got, “Dema ku Pêxemberê me bi 6 Medîneyîyan re rûnişt û ew bawerî bi wî anîtin. Wan Misilmanan xwestin ku bila Resûlê Xwedê ji wan re mamosteyekî bişîne. Li ser vê daxwazê Resûlê Xwedê, Musab bi wan re dişîne. Ev mesele ne meseleyekî hêsan e. Mirov nikare mal û milkê xwe, malbata xwe û xizmê xwe li paş xwe bihêle û here welatekî biyanî. Dema ku Musab çû Medîneyê li paş xwe jiyanekî mezin hişt. Ew hezkirîyên xwe xizmên xwe û bazirganîya xwe li paş xwe hişt. Ji van jî herî muhîmtir tiştekî heye. Musabê ku ji ber bêrîya Resûlê Xwedê kiribû ji Hebeşîstanê vegerîya, gelo çima Pêxemberê me li paş xwe dihêle û diçe Medîneyê. Çima? Çîmkî Pêxember wisa xwestibû.”
Ufuk Îgdelî îfade kir ku li Medîneyê bi çûndina Musab bîn Umeyr bû Îslam belav bû û êdî Medîne ji bo hîcreta Resûlê Xwedê hazir e û hîcret dest pê kir.
“Şehîdî ji bo eshabîyan ne tirsekî ye, ew gihîştina Rebbê xwe ye”
Îgdelî derheqê şehadeta Musab de weha got, “Di Şerê Uhudê de, 700 Misilman li dijî artêşeke muşrîq a ji 3.000 kesan pêk dihat, şer kirin. Bi alîkariya Xwedê, şer di destpêkê de bi sûda Misilmanan çû. Ala hilgirê koçberan di vî şerî de Mus'eb ibn Umeyr bû. Hilgirtina alayê tê wateya xetera mirinê; eger alayê bikeve, şer winda dibe. Mus'eb vê yekê dizanibû û dît ku ew ê bibe hedefa hemû tîr û şûran. Di destpêka şer de, rewş li dijî Misilmanan zivirî dema ku komek tîrvanan çeperên xwe terikandin. Tenê çend sehabî li cem Pêxember Muhammed (silavên Xwedê lê bin) man, û yek ji wan Mus'eb bû. Mus'eb, ku zirx û helwesta wî dişibiya yên Pêxember, ji aliyê muşrîqekî bi navê Ibn Kamîa ve hate êrîşkirin. Mus'eb berî ku alayê berde, herdu destên xwe winda kir, û bi lêdana dawî, ew bi rû ket û şerbeta şehadetê wergirt. Her cara ku Mus'ab lê dixist, digot, ‘Ez kefareta Muhemmed (a.s.) im.’ Ji bo sehabeyan, şehadet ne tirs bû, lê hevdîtina bi Rebê wan re bû. Wan dewlemendiya xwe, hezkiriyên xwe û dema ku pêwîst bû, canê xwe ji bo Îslamê feda kirin."
Îgdelî wiha domand: "Uhud cihê qehreman û şervanan e, Talha ibn Ubeydullah û hevalên wî yên din bûn hedefa tîrên ku êrîşî Pêxember dikirin; wan çav û destên xwe winda kirin. Mus'ab ibn Umeyr bi rû ket û şehîd bû. Piştî şer, Pêxember (s.a.w.) hat ba şehîdan. Li kêleka cenazeyê Mus'ab, wî tiştê ku Xwedê gotî bi bîr xist: 'Di nav bawermendan de mêr hene ku peymana xwe ya bi Xwedê re bi cih anîne û şehîd bûne, yên din jî li benda dora xwe ne.'"
"Ew cismên ji bo xebata ji bo dînê Xwedê hatine veqetandin"
“Ji Ebdurrehman ibn Awf hatiye vegotin ku rojekê dema ku ew rojî digirt, ji bo şikandina rojiyê xwarinek xweş anîne ber wî. Li xwarinê nihêrî û dû re got: ‘Musab ibn Umeyr di Şerê Uhudê de şehîd bû. Ew ji min çêtir bû, lê ji bilî cilê wekî kefen tiştek li ba wî tunebû. Ger serê wî pê ve bihata nixumandin, lingên wî eşkere dibûn, û ger lingên wî ve bihata nixumandin, serê wî eşkere dibû. Wê demê her tiştê dinyayî ji me re dihat pêşkêş kirin. Niha, ewqas nîmet li ber min tên anîn. Bila kirinên me yên baş di vê dinyayê de pêşwext neyên xelat kirin! Em ji vê yekê ditirsin.’ Wî dest bi girî kir. Wî heta xwarina îftarê jî red kir û dev jê berda.”
Îgdelî wiha got, "Di vê heyamê de, ew kesên ku bi destûra Xwedê Mus'ab ibn Umeyr wek mînak digirin, divê her tim gotinên Hesen el-Benna bi bîr bînin: "Sibê ne ya westiyayîyan e, lê ya wan kesan e ku ji rehetiyê dûr dikevin." Sehabî û mucahîdên wêrek ên ku li pey wan çûn, ji bo doza Îslamê bêhnvedanê ji bo axretê taloq kirin. Ev laş ji bo xebata ji bo ola Xwedê veqetiyan. Divê em jî bêhnvedanê di bin erdê de taloq bikin û bi destûra Xwedê, armanc bikin ku di bihuştê de bi Mus'ab û Sehabiyan re bin. Bila Xwedê hemû baweriyan bide me ku em li ser şopa Mus'ab û Sehabiyan bişopînin."
Bername bi duayek ku ji hêla Omer Durmuş ve hatiye kirin bi dawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Qosera Mêrdînê, di navbera du dikandarên zêrfiroşt de şer derketibû û di encamê de Ulaş Delener (45) canê xwe ji dest dabû, di encama xebatên tehqîqatê de ji 27 şikdaran 12 kes hatin girtin.
Li navenda Erziromê di wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de mirovek canê xwe ji dest da, 6 kes jî birîndar bûn.
Kabîne îro li Beştepeyê dicive, hat îfadekirin ku ew ê rojeva Kabîneyê pêvajoya "Tirkiyeya Bê Teror", Budçeya 2026an, aborî, sîyaseta derve û mijara Sûriye-HSD/PKKê jî bin.