Li Cizîrê înşaet hilweşîya: 5 birîndar
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ji ber hilweşîna qata duyemîn a avahiyek ku di bin çêkirinê de bû, 5 kes birîndar bûn.
Bûyer, li Kolana 747emîn a Taxa Sûr a navçeya Cizîrê qewimî. Li gorî agahiyan, hilweşîn di dema rijandina betonê de qewimî. Di encama hilweşîna li înşaetê de pênc kes birîndar bûn.
Piştî xeberdayînê, ji herêmê re ekîbên tenduristiyê, AFAD, îtafîye û polêsan hatin sewqkirin. Di encama destwerdana ekîban de, 5 birîndar ji nav xirbeyan hatin derxistin û ji hêla ekîbên tenduristî ve ji nexweşxaneyê re hatin birin.
Derbarê bûyerê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek diyar kir ku mal û milkên ku di lêpirsînên fonê de hatine desteserkirin, di nav de vîla, wesayîtên luks, erd û hesabên bankayê hene, ew ê ji bo dayîna heqê xwediyên wan ên rastîn werin bikar anîn.
"Panela Navneteweyî ya Selaheddîn û Qudsê" ku ji aliyê HUDA PARê ve bi mijara "Qudsa Selaheddîn" tê lidarxistin, ew ê sibê li navçeya Xelîlî ya Rihayê were lidarxistin. Serokê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu jî ew ê beşdarî panelê ku tê de Selaheddîn Eyyûbî, Quds, Mescîda Eqsayê û geşedanên li Xezzeyê wê di bin sernavên cûrbecûr de werin nîqaşkirin bibe.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê hişyarî da ku baran û bahozên dijwar ên li herêmên rojhilatê ew ê li deverên derdora Semsûr, Dîyarbakir, Xarpêt, Çewlig, Bitlîs û Sêrtê û her wiha li hinek navçeyên Meletî, Riha, Êlih û Mûşê bi hêz bin.