Meteorolojî ji bo 9 bajaran hişyarîya baranê da
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê hişyarî da ku baran û bahozên dijwar ên li herêmên rojhilatê ew ê li deverên derdora Semsûr, Dîyarbakir, Xarpêt, Çewlig, Bitlîs û Sêrtê û her wiha li hinek navçeyên Meletî, Riha, Êlih û Mûşê bi hêz bin.
Li gorî hişyariya meteorolojiyê ya ku ji teref Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ve hatiye dayîn, tê texmînkirin ku li deverên rojhilatê welat baran û bahoz bibare û tê texmînkirin ku ev baran li herêmê giran be.
Hişyarî ew ê di 1ê Cotmehê de saet 10:00ê sibê dest pê bike û heta 2yê Cotmehê saet 2:00ê sibê derbasdar be.
Servîsa meteorolojiyê hişyarî da ku barana bihêz dikare di dema baranê de rewşên xerab ên wekî lehîyê, lehiyên ji nişka ve, birûsk, teyrok û bayên bihêz bi xwe re bîne.
Ji welatiyan hat xwestin ku li hember van şert û mercên xerab baldar bin û tedbîran bigirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di operasyoneke li depoyeke malekê li Bartinê de, 8 ton tîtanyûm ku nirxa wê ya bazarê bi qasî 40 milyon lîreyê Tirkiyê ye, hate bidestxistin.
Li Cizîra Şirnexê, niştecihên Cizîrê li Medreseya Sor a dîrokî, cihê Melayê Cîzrî, ji bona ku dest bi dersên rû bi rû yên şîrovekirina dîwana (berhevoka helbestan) Melayê Cîzrî bikin kom bûn.
Li navçeya Nurdagi ya Entabê, di qezayekê de ku mînîbusek rêwiyan li wesayîtekê qelibî, raporên destpêkê nîşan didin ku 7 kesan canê xwe ji dest dane û 13 kes jî birîndar bûne.