Li Çewligê qezaya trafîkê: 7 birîndar

Li Kanî Reşa Çewligê wesayîtek û qamyonetek li hev qelibîn, di encama qezayê de 1 jê giran 7 kes birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 34 ZN 4770 ya ku di bin îdareya Şemsettîn T. de bû, bi qamyoneta bi plaqeya 12 AU 924 ya ku di bin îdareya Ahmed Gokdemîr de ye re li alîyê goristana navçeya Kanî Reşê li hev qelibîn.
Di encama qezayê de Ramazan P., Medîne A., û Nevzat B. ên ku di nav qamyonetê de bûn û Sema T. û Musa T. ên ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Kanî Reşê re hat rakirin.
Hat hînbûn ku ji birîndaran Medîne A. Rewşa wê giran e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, li Meclîsê daxuyanî da, Ramanli derheqê kêmbûna pileya zarokên ku têne dinyaya, tedawîya ji bo çêkirina zarokan û rejima îşxalker de agahîyan da.
Li Tuzlaya Stenbolê di seatên êvarê de li alîyê marînayê di nav kelekekî de şewat derket. Di encama şewatê de 4 kelek şewitîn û bûn wek xwelîyê.
Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîya es-Sudanî, dê sibe Tirkîyeyê zîyaret bike.