Li Bartinê di depoyeke malekê de heşt ton tîtanîum hat bidestxistin
Di operasyoneke li depoyeke malekê li Bartinê de, 8 ton tîtanyûm ku nirxa wê ya bazarê bi qasî 40 milyon lîreyê Tirkiyê ye, hate bidestxistin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Bartinê ve tê meşandin de, ekîbên polêsan li navçeyên Bartin û Amasrayê li gelek navnîşanan geriyan.
Di lêgerîna depoyeke aîdî Y.E.yê li navenda bajêr de heşt ton tîtanîum hat desteserkirin.
Ekîban S.Ç. û HB. ku tê gotin têkiliya wan bi bûyerê re bi Y.E. re heye binçav kirin.
Tîtanîuma ku di depoyê de hatibû bidestxistin, ji teref AFAD û ekîbên îmhakirina bombeyan ên polêsan ve hat analîzkirin. Di analîzê de derket holê ku ev madde ji bo tenduristiya giştî talûkeyek çênake.
Tê texmînkirin ku nirxa tîtanîuma desteserkirî li bazarê bi qasî 40 milyon lîreyên Tirkî ye.
Derheqê meseleyê de tehqîqat berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê hişyarî da ku baran û bahozên dijwar ên li herêmên rojhilatê ew ê li deverên derdora Semsûr, Dîyarbakir, Xarpêt, Çewlig, Bitlîs û Sêrtê û her wiha li hinek navçeyên Meletî, Riha, Êlih û Mûşê bi hêz bin.
Li Cizîra Şirnexê, niştecihên Cizîrê li Medreseya Sor a dîrokî, cihê Melayê Cîzrî, ji bona ku dest bi dersên rû bi rû yên şîrovekirina dîwana (berhevoka helbestan) Melayê Cîzrî bikin kom bûn.
Li navçeya Nurdagi ya Entabê, di qezayekê de ku mînîbusek rêwiyan li wesayîtekê qelibî, raporên destpêkê nîşan didin ku 7 kesan canê xwe ji dest dane û 13 kes jî birîndar bûne.