Li Balikesîrê ji 100î zêdetir erdhej pêk hatin
Li navçeya Sindirgiya Balikesîrê di mezinahîya 6,1an de erdhejek pêk hat, erdheja ku çêbû li gelek bajarên derdorê jî hat hîskirin. Li gorî agahîyan piştî erdheja mezin ji 100î zêdetir erdhejên biçûk çêbûn.
Li gorî daneyên AFADê, kûrahîya erdhejê wek 5,9 hatîye pîvandin. Di erdhejê de 3 avahî û dikanekî hilweşîyaye, 25 avahî jî zerarê dîtine. Di encamê de 22 kes birîndar bûn û li Balikesîr û hinek navçeyên Manîsayê ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hat dayîn.
Xeyn ji dibistanê wezîfedarên raya giştî jî ku yên bargirî û astengdar in dê wek bi îzîn werin hesibandin.
Plana midexeleyê ket merîyetê
Piştî erdhejê Plana Midexeleya Afetê ya Tirkîyeyê (TAMP) ket merîyetê. Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya û Serokê AFADê Alî Hamza Pehlîvan çûn herêmê û xebatan li cîhê wî îdare kirin. Yerlîkaya got ku heta niha 504 îxbar ji wan re hatîye di nav wan de jî 22 avahî yên ku zerarê dîtine ye.
Walîyê Balikesîrê Îsmaîl Ustaoglu, di daxuyanîya ku da de weha got, “3 avahî û dikanekî ji ber ku ji berê ve bi giran xesarî bûn ji berê ve hatibû valakirin. 22 welatîyên me birîndar bûn, 4 ji wan hatin tabûrcîkirin. Rewşa yên dinê jî baş in.”
Serokkomar Erdogan peyama derbasîyê şand
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û got, “Ez ji welatîyên xwe yên ku ji erdheja li navçeya Sindirgiya Balikesîrê pêk hatîye tesîrdar bûne re daxwazîyên xwe yên derbasîbûnê pêşkêşî dikim. Ekîbên me yên AFAD û sazîyên pê girêdayê di sehayê de dixebitin. Xwedê bila gelê me ji afetan biparêze.”
Ji AFADê hişyarî: Nekevin avahîyên ku xesarên wan hene
AFADê welatîyan hişyar kir ku bila nekevin avahîyên ku xesarê dîtine. Di daxuyanîya ku ji teref AFADê ve hatîye belavkirin de weha hat gotin, “Nekevin avahîyên ku rîska wan hene, têkilîyên xwe bi SMSê an jî bernameyên înternetê lidarbixin, ji hişyarîyên ku ji teref çavkanîyên fermî ve werin re jî haydar bin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Kêmasiya avê ya demdirêj li Kayapinar, bajarokê Kercewsê yê Êlihê, hate çareserkirin. Xebatên ku di bin serokatiya Şaredar Samîr Ozhan, endamê HUDA PARê hatine kirin de, hem kapasîteya avê zêde kir û hem jî bi saya enerjiya rojê teserûfeke girîng bi dest xist.
Li navçeya Sindirgiya Balikesîrê di mezinahîya 6,1an de erdhejek pêk hat. Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku di encama erdhejê de mirî tineye.
Piştî erdheja ku li navçeya Sindirgiya Balikesîrê di mezinahîya 6,1an de pêk hat de Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî peyamek belav kir.