Kabîne dicive: Rojev; Lêkolînên li Stenbolê, aborî û sîyaseta derve ye

Lijneya Wezîran a ku wê di bin serokatîya Serokkomar Erdogan da bicive, di civînê de wê lêpirsîna "teror û gendeliyê" ya li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, geşedanên aborî û geşedanên dawî yên di polîtîkaya derve de bên nirxandin.
Kabîneya Serokkomarîyê wê di serokatîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan da li Beştepeyê bicive.
Di rojeva civînê de lêpirsîna gendelî û terorê ya li ser Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê û geşedanên girîng ên di polîtîkaya hundir û derve ya Tirkiyeyê de jî dê bên rojevê.
Lijneya Wezîran dê pêvajoya lêpirsînê ya li Stenbolê bi perspektîfa qanûnî û nîzama giştî bi rê ve bibe.
Di çarçoveya feraseta hikûmetê ya "Tirkiyeya Bê Teror" de, bersivnedana PKKê ya ji agirbestê û banga çekdanînê, ev pêvajo wê çawa bimeşe û rêziknameyên qanûnî yên muhtemel jî di Kabîneyê de bên nirxandin.
Her wiha dê di Kabîneyê de geşedanên dawîn ên li bazaran û tedbîrên ku li hember guheztinên muhtemel bên girtin bên gotûbêjkirin. Der barê rewşa dawî ya bernameya ku ji aliyê rêveberiya aboriyê ve tê meşandin de dê agahî bên dayîn.
Pêşketinên li Sûrîyeyê jî wê bibe yek ji rojeva girîng a Kabîneyê.
Rewşa rêveberiya nû ya li Sûrîyeyê, têkiliyên wê yên bi Tirkiyeyê re û tedbîrên ji bo pêşîgirtina li aloziyên mezhebî yên li derdora Lazqîyeyê dê bên nîqaşkirin.
Herweha qeyrana mirovî li Xezzeyê û pêngavên ku li pey îxlalkirinên agirbestê ji teref rejîma sîyonîst ve tên avêtin jî dê rojeva sereke ya siyaseta derve ya vê civînê be. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, li Meclîsê daxuyanî da, Ramanli derheqê kêmbûna pileya zarokên ku têne dinyaya, tedawîya ji bo çêkirina zarokan û rejima îşxalker de agahîyan da.
Li Tuzlaya Stenbolê di seatên êvarê de li alîyê marînayê di nav kelekekî de şewat derket. Di encama şewatê de 4 kelek şewitîn û bûn wek xwelîyê.
Li Kanî Reşa Çewligê wesayîtek û qamyonetek li hev qelibîn, di encama qezayê de 1 jê giran 7 kes birîndar bûn.
Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîya es-Sudanî, dê sibe Tirkîyeyê zîyaret bike.