Ji bo bakurê welêt hişyarîya barana zêde û lehîyê
Ji bo bajarên li bakurê welêt hişyarîya barana zêde û lehîyê hat kirin û ji welatîyan hat xwestin ku bi dîqqet bin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; ew ê baran tesîra xwe li Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Mûş, Bîngol, Îdir, Şirnex, Hekkarî, Wan û Bidlîsê zêde bike ku lazim e welatî dîqqet bikin.
Ji ber lehîyên ku doh rabûn li Diyarbekir û Êlihê tevde 5 kes canê xwe ji dest dabûn.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr di derbarê pevçûna navxweyî ya li Yemenê de daxuyaniyek da û diyar kir ku divê welatên herêmê li şûna ku di şerê navxweyî yê di navbera Misilmanan de alî bigirin, ji bo aştiyê înîsiyatîf bigirin û daxwaza agirbestek mayînde û rakirina dorpêçê kir.
Li Êlihê, wesayîtek ku şofêrê wê kontrola wê winda kir li bariyera navîn qelibî. Di qezayê de çar kes, ku di nav wan de zarok jî hebûn, birîndar bûn.
Li navçeya Maltepe ya Stenbolê, nîqaşeke di navbera xwediyê xanî û kirêgirekî de veguherî gulebaranê, di encamê de xwediyê xanî Osman A. û jina wî Nursen A. hatin kuştin, her wiha parêzer Emîr Alî S. bi giranî birîndar bû. Şikdar Mehmet T. piştî bûyerê gule li polêsan reşand lê ji aliyê hêzên Operasyonên Taybet ve sax hate girtin.
Bi destpêkirina demsala tirşîyê li Dîyarbekirê, firoşkarên bazarên herêmî diyar kirin ku ji hêla welatiyan ve ji bo hilberên tirşiyê daxwazek mezin heye, lê zêde kirin ku fîyet li ser hilberîneran bargiraniyek çêdikin, û xerîdaran ber bi hilberên erzantir ve diçin.