HUDA PAR li ser mûçeya herî kêm daxuyaniyek da: Ne qencî ye, lê edalet e
Navenda Giştî ya HUDA PARê beriya pêvajoya diyarkirina mûçeya herî kêm a 2026an daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mûçeya herî kêm ne tenê hesabek teknîkî ye, di heman demê de "ceribandinek edalet, dadperwerî û wijdanê" ye jî.
HUDA PAR, beriya pêvajoya diyarkirina mûçeya herî kêm a 2026an di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku mûçe ne qencî ye, mafê karker e.
Di daxuyaniyê de weha hat gotin:
"Meseleya mûçeya herî kêm ne tenê hesabkirineke teknîkî ye; ew ceribandineke edalet, dadperwerî û wijdanê ye. Danîna mûçeyek ku ji ber enflasyonê wêran bûye tê wateya barekî giran li ser bi mîlyonan xwişk û birayên me yên karker û kirina neheqiyek mezin. Divê xelata kedê bi dadperwerî û bêyî derengmayînê were dayîn."
Îro, rastî pir eşkere ne: tenê lêçûna xwarinê ji bo malbateke ji çar kesan gihîştiye 29.828 TL, lê lêçûna jiyaneke baş 97.159 TL ye. Her çend mîqdara ku ji bo debara kesekî karker hewce dike 38.752 TL be jî, behsa hejmareke di bin xeta xizaniyê de tê wateya dûrketina ji rastiyên mirovan.
Komîsyona Diyarkirina Mûçeya Herî Kêm berpirsiyariyeke mezin hildigire ser xwe. Ev tablo ne tenê hevsengiya di navbera kardêr û dewletê de, lê di heman demê de hêviyên bi mîlyonan kesan jî hildigire. Hêviya me zelal e: divê meaşê ku were destnîşankirin nebe qurbanê çavbirçîtiya sermayeyê ya ji bo qezencê; divê ew li ser bingeha debara baş a karker û malbata wî be.
Nayê qebûlkirin ku karkerên me di navbera "temînkirina debara jiyanê" û "xizaniyê" de asê bimînin. Divê mûçeya herî kêm a nû nebe "alîkarî"; divê bibe deriyê jiyaneke bi rûmet, hem wijdanê rehet bike û hem jî aramî û refahê bîne malbatan.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Dolar, di serê 16ê Îlonê de bi 41,30 TLyî tê firotan.
Tê texmînkirin ku ji roja Şemîyê pêve ew ê 1 lîre zem li heqê benzînê re bê kirin.
Bi tesîra fiyeta zêra ons a li pîyaseya navîn û zêdebûyîna dolarê zêra çaryek derket 8 hezar û 098 lîreyî.
Di bihayên zêr de zêdebûn berdewam dike.