Hevdîtina Aliman a 10emîn ji teref ÎTTÎHADUL ULEMA ve tê tertîpkirin

Yekîtîya Alim û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA) her sal civînek bi navê hevdîtina aliman li dar dixe, wê vê hefteyê hevdîtina 10emîn bi navê “Hewlên Îdeolojîk A Li Ser Bingeha Nasnameya Me Ya Îslamî” wê di 11-12 Cotmehê de li Dîyarbekirê li dar bixe.
Şîara hevdîtina aliman a vê salê ku her sal ji teref ÎTTÎHADUL ULEMAyê ve tê tertîpkirin wek Hewlên Îdeolojîk A Li Ser Bingeha Nasnameya Me Ya Îslamî” hat diyarkirin. Wê hevdîtina aliman a 10emîn ku ji erdnigarîyên cuda yên cîhanê alim, akademîsyen û şexsîyetên muhîm beşdarî bibin di 11-12ê Cotmehê de li Eywana Konferansa Selaheddîn Eyyûbîya Dîyarbekirê were tertîpkirin.
Berîya civînê ji teref ÎTTÎHADUL ULEMAyê ve daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn. Û di daxuyanîyê de derheqê bernameyê de agahî hat dayîn.
Mele Beşî Şîmşek alîkarê Serokê Gîştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê di daxuyanîya çapemenîyê de bal kişand ku ew ê bi şîara “Hewlên Îdeolojîk A Li Ser Bingeha Nasnameya Me Ya Îslamî” werin cem hev û derheqê meseleya sazîya malbatê û Xezzeyê de wezîfe û mesulîyetan biaxivin.
Mele Beşîr Şîmşek
Şîmşek, “Bernameya me civîna Aliman e ku ev sala 10emîn e em li Amedê pêk tînin. Wê bi îzna Xwedê ew ê vêsalê de di 11-12ê Cotmehê de were tertîpkirin. Şîara bernameya me ew ê ‘Hewlên Îdeolojîk A Li Ser Bingeha Nasnameya Me Ya Îslamî’ be. Mêvanên me piranî ew ê alim û akademîsyenên ji çar parçê Kurdistanê bin. ew ê ji Efxenistan, Misir, Somalî, Mexrîb, Morîtanya û Misirê û gelek welatên dinê wê mêvanên me hebin.”
Şîmşek derheqê meseleya Kurdan de jî axivî û got ew ê di bernameyê de li ser van jî gotûbej werin kirin, “Bi Rastî di navenda bernameya me de meseleya Kurd û Kurdistanê heye. Me got em ê qala malbatê bikin, li ser vêya bi taybetî wê derheqê malbata Kurdan de jî em ê biaxivin. Ew ê 12 axavtvanên me hebin û ew ê her axavtvanekî me li ser meseleyekî bisekine, mînak malbat, exlaq, tiryak û maddeyên hişbiran.”
Beşîr Şîmşek derheqê mêvanên ku ew ê beşdarî bibin de jî agahî da û gotina xwe weha dawî kir, “Her mêvanên me ji bo me suprîz û qenc in. Vê salê jî piranîya mêvanên me akademîsyen in, yanê mirovên ku zanîngehê xwendine. Ew ê hem li ser meseleyên fennî hem jî dînî biaxivin. Xeyn ji vêya ew ê sefîrê Efxenistanê yê Tirkîyeyê jî bibe mêvanê me di bernameya me de. Û ew ê temsîlkarekî muhîm ê HAMASê jî bibe mêvanê me.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Nivîskar Nasuh Sevînîk ku di Panêla Melayê Cizîrî ya ku ji teref Kovara Banga Heq ve hat tertîpkirin de axivî weha got, “Rêya tesîskirina ewlehî, hizûr, pêşveçûn û serfirazîyê bi kaos, herb, pevçûn, înkar û asîmîlasyonê nabe; encax bi xwedîderketina îlîm, îrfan, mîras, dîrok û koka xwe û parastina nirxên însanî mimkin e.”
Parlamenter û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli di panêla ku ji teref Kovara Banga Heq ve hat tertîpkirin de axivî û got, “Kengî me pala xwe da wan, wê çaxê ew ê pişta me neyê xwarê. Werin em jî vê carê goh bidin Melayê Cizîrî û alimên me yên mezin.”
2 karkerên ku li Mamaka Enqereyê di qata 12emîn a înşeatekî de dixebitîyan, ji ber ku asansora bar parçe bû û ket xwarê canê xwe ji dest dan.