Hejmara kesên ku di hilweşîna avahiya li Maltepeyê de mirin gihîşt 5an
Piştî hilweşîna sê qatên jêrîn ên avahiyek heft qatî li navçeya Maltepe ya Stenbolê, pênc kes mirin û deh kes hatin rizgarkirin. Mîmar û rêveberê avahiyê hatin binçavkirin.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî hilweşîna avahiyek ku di sibeha 8ê Cotmehê de li taxa Cevizliyê ya navçeya Maltepeya Stenbolê qewimî, bi dawî bûn. Sê qatên jêrîn ên avahiya 7 qatî ya li ser Kolana Doguyê hilweşiyan, qatên jorîn jî ber bi aliyekî ve çûn.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hatine dayîn, ji 14 kesên ku tê texmînkirin di bin xirbeyan de bûn 10 kes sax hatine rizgarkirin. Bi derxistina cenazeyê kesê dawî re, hejmara miriyan gihîştiye 5 kesan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Alîkarê Serokê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli li navçeya Gevera Colemêrgê bi saziyên civaka sivîl, pêşengên raya giştî, muxtar û gundiyan re civiya. Ramanli li pirsgirêkên navçeyê yên ji binesaziyê bigire heta perwerde û tenduristiyê guhdarî kir û diyar kir ku ew ê daxwazên gel bînin rojeva saziyên peywendîdar û Meclîsê.
Serokê Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê Emîn Akyuz ragihand ku ew ê di navbera 12-18ê Cotmehê de li Qada Şêx Seîd a Derîyê Çîyê ji bona ku piştgiriyê bidin êtîm, mexdûr û kesên hewcedar kermesek xêrxwaziyê li dar bixin û ji bo piştgiriyê bang li xêrxwazan kir.
Li navçeya Bismil a Dîyarbekirê di operasyoneke li dijî hilberînerên maddeyên hişber de, 2 ton û 200 kîlogram esrar hat desteserkirin. Her sê şikdarên ku di operasyonê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.