Hejmarê qurbanîyên qezaya Dîyarbekirê derket 4 kesan
Walîtîya Dîyarbekirê ragihand ku hejmara qurbaniyên qezaya trafîkê ya zincîrî ya ku 5 wesayît tê de bûn li navçeya Çinar a rêya Dîyarbekir-Êlihê gihîştiye 4 kesan.
Walîtiyê ragihand ku li gorî agahiyên destpêkê, di qezaya ku li Hiccetî pêk hat de çar kesan canê xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yek ji du kesên bi giranî birîndar li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan mir, lê kesê din ê bi giranî birîndar hêna jî tê dermankirin.
Hate diyarkirin ku piştî agahdarkirina qezayê, ekîbên tenduristiyê, îtfaîyeyê, polês, AFAD û cendermeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Hat ragihandin ku piştî wergirtina alîkariya ewil, mirovên birîndar bi ambulansan bo nexweşxaneyên derdorê hatine veguhastin û dermankirina wan berdewam dike.
Di daxuyaniya walîtiyê de, ji bo welatiyên canê xwe ji dest dane Xwedê rehma xwe lê bike, ji bo malbatên wan sersaxî xwest û ji bo birîndaran jî şîfaya bilez xwest.
Hat ragihandin ku lêpirsîna li ser qezayê berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç di civîna çapemeniyê ya ku li Meclisê hat lidarxistin de bertek nîşanî ferzkirinên Kemalîst ên ku di rojên dawî de rojevê serdest dikin da. Dînç diyar kir ku ferzkirinên îdeolojîk azadiya ramanê sînordar dikin.
Li navçeya Yeşilyurtê ya navendî, di qezayeke zincîrî ya ku çar wesayît û mînîbuseke servîsê tê de bûn de, du kes birîndar bûn.
Serokê Partîya Demokratîk a Kurdistanê Mesûd Barzanîyê li Duhokê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re civîya.