Îran: Em bi qîmeta canê xwe di parastina nîzama îslamî de bi israr in
Serfermandarê Giştî General Emîr Xatemî di civîna xwe ya bi endamên Komîteya Plankirin û Budçeyê ya Meclîsê re diyar kir ku ew di her şert û mercî de biryardar in ku pergala Îslamî biparêzin.
Xatemî behsa şerê 12 rojî yê ferzkirî kir û got ku Îran bi piştgirî û hevkariya Emrîkayê, di demekê de ku bi Emrîkayê re danûstandin dikir, rastî êrîşeke hovane ya rejîma sîyonîst hat.
Xatemî got, "Ziyaneke herî biçûk a li ser rêziknameya îslamî, derbeyek li ser serxwebûn û yekparçeyiya axa welatê me, Îranê ye."
Xatemî diyar kir ku armanca êrîşê jiholêrakirina kapasîteya nukleerî, mûşekî û parastinê ya Îranê û hedefgirtina fermandarên wê ye û got ku yek ji armancên din ên rejîma sîyonîst hilweşandina pergala Îslamî û dewleta Îranê ye.
Lêbelê, Xatemî got ku ev hewldan bi saya "tedbîrên hêja yên Rêberê Mezin û Fermandarê Giştî, ji nû ve destnîşankirina bilez a fermandaran, fedakariya Hêzên Çekdar û pêşbîniya gelê Îranê" hate pûçkirin û aliyê din daxwaza agirbestê kir.
General Xatemî her wiha got, "Ji ber ku dijmin negihîşt ti armancên xwe me vê şerê qezenc kir." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve bûne sedema şehîdbûna zêdetirî 70 hezar û birîndarbûna zêdetirî 171 hezar Filistîniyan. Bi hezaran kes di bin kavilan de mane.
Rayedarên Sûrîyeyê ragihandin ku li gundê Tirkan ê li gundewarê Helebê goreke komî dîtine ku aîdî qurbaniyên ku tê bawerkirin ji teref hêzên rejîma berê ya bi serokatiya Esedê hilweşiyayî ve hatine îdamkirin e.
Lêkolînerê Yale Nathaniel Raymond li Harvardê axivî û got ku wan bi rêya dîmenên satelîtê kuştinên girseyî yên di seranserê şerê Sûdanê de belge kirine. Wî got ku bi hezaran sivîl li el-Faşîr û el-Cuneineh bêyî ku piştgirî an alîkarî werbigirin, di "planeke tunekirina sîstematîk" de hatine hedefgirtin.