Yemen: Baregeha hewa ya rejima sîyonîst bi fuzeyên balîstîkî hat hedefgirtin
Yemenê, daxuyand ku ew ji bona ku ji qirkirina ku rejima îşxalker li Xezzeyê pêk tîne re bersivê bidin ji baregeha hewa ya bi navê “Ramat Davîd” ku li axên Filistîna îşxalkirîye re bi fuzeyên balîstîkî operasyon li dar xistine.
Di daxuyanîya ku ji teref Hêzên Çekdar ê Yemenê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku operasyon bi armanca destekdayîna ji gelê Filistîn û berxwedêran re hatîye lidarxistin, ji ber vê yekê Baregeha Hewaya Ramît Davîd a ku li rojhilata Heyfayê ye bi fuzeya balîstîkî ya bi navê “Filistîn-2”yan operasyonek hat lidarxistin. Sîstemên parastina rejima îşxalker nikaribûye fuzeyê bide sekinandin û fuze li hedefa xwe xistîye.
Daxuyanîya ku hat belavkirin weha ye, “Em wek Hêzên Çekdar ê Yemenê, micahîdên ku li Xezzeya dorpêçkirî û di bin êrîşan de bi qehremanî berxwe didin silav dikin û îlan dikin ku em bi hemû îmkanên xwe bi wan re mil bi mil in. Heta ku êrîşên li dijî Xezzeyê têne kirin bêne sekinandin û dorpêç bê rakirin ew ê operasyonên me berdewam bikin.”
Artêşa Yemenê di daxuyanîyê de weha jî got, “Xwedê ji me re bes e, ew çi wekîlekî xweş e; her bijî Yemena azad û serbixwe. Zefer bila ya Yemenê û hemû ewladên azad ên ummetê be.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara qurbaniyên lehiyên ji ber barana dijwar li Asfî (Safî) ya Mexrîbê gihîşt 21 kesan. Baranên ku bi lez zêde bûn, li bajêr wêraniyek berfireh çêkir.
Xelîl el-Heyya, rêberê Hamasê, di gotarekê de ku bi minasebeta salvegera 38emîn a tevgerê kir, tekez kir ku Operasyona El-Eqsayê îddîaya rejîma sîyonîst a "pêşîgirtina stratejîk" têk bir; wî banga ji nû ve avakirin, alîkariya mirovî û yekîtiya neteweyî kir.
Parêzgarê Tulkeremê Abdullah Kemil ji civaka navneteweyî xwest ku destwerdana lezgîn bikin da ku fermana leşkerî ya ku hilweşandina 25 avahiyên li Kampa Penaberan a Nur Şams ferz dike rawestînin.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.