Xelkê Xezzeyê ji ber tinebûna avê bi rîska mirina re rû bi rû ne
Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) diyar kir ku ji ber kêmbûna avê, mirovên li Şerîda Xezzeyê di talûkeya mirinê de ne.
Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) bal kişand ser rêjeya ziwabûnê li Xezzeyê û hişyarî da ku ji ber hilweşîna pergalên dabînkirina avê, xelkê Xezzeyê ji ber tinebûna avê di talûkeya mirina de ne.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Xezze ji ber ku tenê ji sedî 40ê tesîsên hilberîna avê yên herêmê çalak in li ber ziwabûneke ji ber destê mirovan e.
Hate diyarkirin ku ji ber êrîşên berdewam, sîyaseta koçberiyê ya bi zorê û astengkirina ketina sotemeniyê ji herêmê re ji bo 100 rojan, mîqdara ava ku ji teref UNRWA ve di dema agirbestê de hatiye dayîn, nîvî bûye.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê rastiyê ku sotemeniya pêwîst ji bo xebitandina bîrên avê qediyaye, hinek bîrên avê li deverên xeternak ên di bin tehdîda êrîşê de ne, hinek boriyên avê di êrîşan de zirar dîtine û tankerên avê nikarin bigihîjin gelek deveran.
Şaredariyên li Xezzeyê di meha borî de hişyarî dan ku dibe ku ji ber kêmbûna sotemeniya ku ji bo xebitandina gelek avahiyan, bi taybetî bîrên avê, hewce ye, di xizmetên xwe de astengiyan bibînin.
Di daxuyaniyekê de ku di meha Adarê de ji aliyê ofîsa medyayê ya hikûmetê li Xezzeyê ve hat dayîn, hat ragihandin ku rejîma sîyonîst ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve 719 bîrên avê wêran kiriye û ji xizmetê derxistiye, ev yek jî bûye sedema krîzeke cîddî ya avê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara qurbaniyên lehiyên ji ber barana dijwar li Asfî (Safî) ya Mexrîbê gihîşt 21 kesan. Baranên ku bi lez zêde bûn, li bajêr wêraniyek berfireh çêkir.
Xelîl el-Heyya, rêberê Hamasê, di gotarekê de ku bi minasebeta salvegera 38emîn a tevgerê kir, tekez kir ku Operasyona El-Eqsayê îddîaya rejîma sîyonîst a "pêşîgirtina stratejîk" têk bir; wî banga ji nû ve avakirin, alîkariya mirovî û yekîtiya neteweyî kir.
Parêzgarê Tulkeremê Abdullah Kemil ji civaka navneteweyî xwest ku destwerdana lezgîn bikin da ku fermana leşkerî ya ku hilweşandina 25 avahiyên li Kampa Penaberan a Nur Şams ferz dike rawestînin.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.