Wezîrê Karên Hindir ê Sûrîyeyê: Di yekîneyên ewlehîyê de avabûnên nû hatine destpêkirin
Wezîr Enes Xettab, daxuyand ku di sazîyên ewlehîyê ya di bireveberîya nû de ew ê nûkirinên tund werin kirin, îxlalên li herêmên sehlê jî werin tehqîqatkirin û di operasyonên li dijî DAÎŞê de gelek navên muhîm hatin binçavkirin.
Wezîrê Karên Hindir ê Sûrîyeyê Enes Xettab, îfade kir ku ew ê li welat ji nû ve avakirinek were kirin di warê ewlehîyê de û personelên ewlehîyê yên ku berê beşdarî sûcê bûne dê werin tespîtkirin û werin cezakirin. Wezîr, ji El Cezîreyê re roportajek taybet da û got ku ew ê qanûnên nû bikevin merîyetê.
Xettab, îfade kir ku di bûyerên ku li herêmên sehlê di serê salê de pêk hatine ku di encamê de bi sedan sîvîl û personelên ewlehîyê canê xwe ji dest dane de “îxlalên zelal” ên endamên ewlehîyê hene û vêya qebûl kir. Di Adara 2025an de ji teref hêzên çekdar ên rejima berê ve li dijî hêzên ewlehîyê êrîş hatine kirin û di van pevçûnan de mîlîsên ku ne aîdê rejimê ne jî beşdarî bûne û ji ber vê yekê îxlalên cîddî hatine jiyandin. Wezîr îfade kir ku hemû van bûyeran têne tehqîqatkirin û mesulên wan têne tespîtkirin.
Wezîr Xettab îfade kir ku li welat operayonên li dijî DAÎŞê jî zêde bûne di nav salê de ji gelek cîhên rêxistinê re operasyon hatine kirin. Hat îfadekirin ku di operasyonan de “Walîyê Hums”ê jî di nav de gelek navên payebilind ên rêxistinê hatine qefaltin. Xettab, îfade kir ku DAÎŞê taktîkên xwe veguhertîye lê yekîneyên ewlehîyê gelek çalakîyan jî asteng kirine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima sîyonîst ji êvarê ve li Şerîaya Rojavayê êrîşî gelek bajaran kir, gelek ciwanan desteser kir. çeteyên Cihûyî jî êrîşî cotkarên Filistînîyan kirin û nehiştin ku erdên xwe bajon.
Pakistan û Efxenistanê, dîsa şeva înê bi gulereşandina ji hev re ketin nav gengeşîya sînorê. Rayedarên herdu welatan jî, daxuyandin ku ji ber gulereşandinan mirî çênebûne.
Hat diyarkirin ku zêdebûna bûyerên xwekuştinê yên di nav leşkerên artêşa îşxalker de di demên dawî de ji ber êrîşên tund ên ku wan li Şerîda Xezzeyê kirine ye.