Wezîrê şer ê rejîma îşxalker: Heta ku tehdîdên cîhadîst berdewam bikin, em ê ji herêma tampon a li Sûrîyeyê venekişin
Wezîrê Şer ê sîyonîstan Yisrael Katz diyar kir ku artêşa îşxalker ti planek ji bo vekişîna ji herêma tampon a li başûrê Sûrîyeyê tine, û hikûmet û komên wê wekî "tehdîdeke cîhadîst" bi nav kir.
Katz li ser bingeha daxuyaniya Serokê Sûrîyeyê Ahmed El-Şara li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ku gotibû "Girên Golanê axa Sûrîyeyê ne" tehdîdên nû kir.
Li gorî rojnameya The Times of Israel, Katz got, "Heta ku tehdîdên cîhadîst li ser sînor û wargehên îsraîlê hebin, çi ji hêzên ewlehiyê yên we be, çi jî ji rêxistin û komên din ên cîhadîst ên li Sûrîyeyê be, îsraîl ew ê li ser Çiyayê Hermon û di herêma ewlehiyê de bimîne."
Katz, bi îddîaya ku Girên Golanê yên îşxalkirî "heta dawîyê beşek ji rejîma sîyonîst in", îddîa kir ku Şamê Peymana Cihêkirina Hêzên ku di sala 1974an de di navbera Sûrîyê û rejîma îşxalker de hatibû îmzekirin, îxlal kirîye.
Katz îddîa kir ku "Sûrîye bûye baregehek ji bo Îranê û tehdîdek li ser sînorên wê yên bi îsraîlê re."
Katz, tehdîd kir ku "her xaka ku ew kontrol dikin ew ê di bin qanûnên şer de heta dawîyê di destê wan de bimîne" ger êrîşek ji Sûriyê li dijî rejîma îşxalker çêbibe, û got jî, "Em ê nehêlin ku Sûrîye bibe tehdîd ji bo îsraîlê, û em ê hemî gavên pêwîst bavêjin da ku pêşî li vê yekê bigirin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara giştî ya şehîdên di komkujiya ku ji aliyê sîyonîstên îşxalker ve li dijî Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve pêk hatiye gihîştiye 73 hezar û 928an.
Di êrîşên hewayî yên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê de 8 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn.
Balafirên şer ên Pakistanê sê êrîşên asmanî yên cuda li Qendahar û derdora wê li başûrê Efxenistanê pêk anîn û gelek cih bombebaran kirin.