Rûsyayê êrîşî Ukraynayê kir: 8 mirî, 22 birîndar
Di êrîşên hewayî yên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê de 8 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku di êrîşên Rûsyayê yên şevê din de li seranserê Ukraynayê herî kêm heşt kes hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûne.
Li gorî weşana neteweyî ya Ukraynayê Suspilne, ku ji waliyê herêmê Oleh Synegubov re ragihand, di encama êrîşa mûşekî ya li ser kargeheke çandiniyê li herêma Xarkîvê ya rojhilat de şeş kes hatin kuştin û 12 kes birîndar bûn.
Li gorî Servîsa Awarte ya Dewleta Ukraynayê, di êrîşên mûşekî yên balîstîk de li Kîevê du kes mirin û heşt kes birîndar bûn, û li sê deveran zirar û şewat çêbûn.
Li gorî rayedarên servîsên acîl, li herêma başûrê Odessa jî du kes birîndar bûn; navendeke kirînê, malên taybet, nexweşxaneyek û tesîsên din zirar dîtin.
Hêza Hewayî ya Ukraynayê ragihand ku êrîşên Rûsyayê yên şevê din bi karanîna mûşek û dronan hatine kirin, hedefên sereke herêmên Kîev û Odessa ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara giştî ya şehîdên di komkujiya ku ji aliyê sîyonîstên îşxalker ve li dijî Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve pêk hatiye gihîştiye 73 hezar û 928an.
Wezîrê Şer ê sîyonîstan Yisrael Katz diyar kir ku artêşa îşxalker ti planek ji bo vekişîna ji herêma tampon a li başûrê Sûrîyeyê tine, û hikûmet û komên wê wekî "tehdîdeke cîhadîst" bi nav kir.
Balafirên şer ên Pakistanê sê êrîşên asmanî yên cuda li Qendahar û derdora wê li başûrê Efxenistanê pêk anîn û gelek cih bombebaran kirin.