Weqfa Êtîman, seferbertîya xwe ya şîvê li Xezzeyê didomîne
Projeya “Her Roj Sifreyek” ku ji teref Weqfa Êtîman ve ji bo Xezzeya ku di bin şert û mercên giran û dorpêçê de micadeleya jiyanê didin hatibû destpêkirin, li herêmê belavkirina şîva germ didomîne.
Ji çar alîyê cîhanê sazîyên civaka sîvîl û dildaran ji bo Xezzeyê xwe seferber kirine û alîkarîyan dikin. Di vê çarçoveyê de Weqfa Êtîman jî bi projeya xwe ya “Her Roj Sifreyek” ji malbatên ku di bin sîya herbê de micadeleya jiyanê didin re dibe hêvî.
Dildarên weqfê şîvên ku amade kirine, pijandine û pakêtên ku hazir kirine ji malbatên mihtac, êtîm û sîvîlên ku di herbê de malên xwe winda kirine re belav dikin.
Rayedarên Weqfa Êtîman ji bexşvanên projeyê re sipasîyan kir û ji bona ku projeya “Her Roj Sifreyek” berdewam bike alîkarîyan wan ji wan xwest. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di 315 rojên êrîşên bênavber de, agahdariyên hilweşandinê yên nû, serdegirtinên sîstematîk û desteserkirinên keyfî li Cenîn û bajarokên derdorê zêde bûne, û bi hezaran malbatên Filistînî neçar mane ku ji cih û warên xwe derkevin.
Endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê Husam Bedran, tekez kir ku tevger hemî sozên xwe yên di çarçoveya peymana agirbestê de pêk tîne û diyar kir ku rejîma sîyonîst bi zanebûn rê li ber vê pêvajoyê digire. Bedran daxwaza mudaxeleya bilez a navneteweyî kir da ku qirkirina li Xezzeyê were rawestandin.
Hikûmeta Xezzeyê, daxuyand ku rejima îşxalker ji 10ê Cotmehê ku peymana agirbestê ketîye merîyetê vir ve 591 caran agirbestê îxlal kirîye, di êrîşan de 357 Filistînî şehîd bûn.