Urdunê îddia kir ku wan 18 mûşekên ku ji Îranê hatine avêtin, bêtesîr kirine
Artêşa Urdunê îddîa kir ku 18 ji 20 mûşekên balîstîk ên bi eslê xwe Îranî ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hatine astengkirin û îmhakirin, lê du yên din li deverên vekirî yên dûrî herêmên qelebalix ketine.
Artêşa Urdunê îddîa dike ku pergalên wê yên parastina hewayî 18 mûşekên ku ji Îranê hatine avêtin asteng kirine û têk birine. Li gorî daxuyaniyekê ku di medyaya Urdunê de hatiye weşandin, artêşê îddîa kir ku ji 20 mûşekên balîstîk ên ku axa welat hedef girtine, 18 ji wan ji hêla pergalên parastina hewayî ve hatine astengkirin û têk birin, lê du yên din li deverên bêmirov ketine.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di êrîşê de ti qurbanî çênebûne, û ekîbên pispor dest bi xebatê kirine da ku deverên ku bermahiyên mûşekan û şarapnel lê ketine ewle bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Khawaca Asif diyar kir ku êrîşên li ser Erebistana Siûdî dikarin Peymana Parastina Kolektîf a Mekkeyê bidin destpêkirin û got ku êrîşek li ser yek ji welatên îmzekar ew ê wekî êrîşek li ser hemû aliyan were hesibandin.
Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wekî tolhildanek li hember hedefgirtina pênc tankerên petrolê yên Îranê li Kendava Farsê ji aliyê Emrîkayê ve, wan du keştîyên Amerîkî û heşt tankerên petrolê li Tengava Hurmuzê hedef girtine, û her wiha 10 keştîyên ku hewl didan ji herêma qedexekirî derbas bibin, asteng kirine.
Artêşa qaşo ya rejîma îşxalker digel agirbestê jî li gelek deverên başûrê Lubnanê bi top û hewayî gelek wargehên sivîlan hedef girt.