Rejîma îşxalker êrîşî Lubnanê kir
Artêşa qaşo ya rejîma îşxalker digel agirbestê jî li gelek deverên başûrê Lubnanê bi top û hewayî gelek wargehên sivîlan hedef girt.
Herêma Hey El Herîk a bajarê Nebatiye û bajarokê Nebatiye El Fewqa ji aliyê balafirên şer ve hatin bombebarankirin. Li bajaroka Zewtar El Şerqiye teqînek çêbû. Xaniyên li bajarokê El Mensûrî, ku beşek ji bajarê Sûrê ye, bi teqemeniyên giran hatin wêrankirin.
Êrîş ber bi herêmên Selûkî û Geliyê Huceyr ve hatine berfirehkirin. Tevî agirbestê jî, êrîş berdewam dikin, rapor nîşan didin ku operasyonên hewayî û bejayî yên hêzên îşxalker zêde bûne. Li gorî hejmarên dawî, ji 2ê Adarê vir ve di êrîşên li dijî Lubnanê de 4 hezar û 381 kes şehîd bûne û 12 hezar û 402 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Artêşa Urdunê îddîa kir ku 18 ji 20 mûşekên balîstîk ên bi eslê xwe Îranî ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hatine astengkirin û îmhakirin, lê du yên din li deverên vekirî yên dûrî herêmên qelebalix ketine.
Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wekî tolhildanek li hember hedefgirtina pênc tankerên petrolê yên Îranê li Kendava Farsê ji aliyê Emrîkayê ve, wan du keştîyên Amerîkî û heşt tankerên petrolê li Tengava Hurmuzê hedef girtine, û her wiha 10 keştîyên ku hewl didan ji herêma qedexekirî derbas bibin, asteng kirine.
Hejmara mirîyên ji ber lehîyên ji ber qutbûna qeşayekê ji Hîmalaya di 26ê Tebaxê de û lehîya çemê Bhotekoshi li ser sînorê Nepal-Çînê çêbûn gihîşt 1357 kesan.