Pakistan: Êrîşek li ser Erebistana Siûdî dikare bibe sedema peymana parastina hevbeş
Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Khawaca Asif diyar kir ku êrîşên li ser Erebistana Siûdî dikarin Peymana Parastina Kolektîf a Mekkeyê bidin destpêkirin û got ku êrîşek li ser yek ji welatên îmzekar ew ê wekî êrîşek li ser hemû aliyan were hesibandin.
Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Khawaca Asif derbarê Peymana Parastina Hevbeş a Mekkeyê de ku piştî êrîşên li ser Erebistana Siûdî di navbera Tirkîye, Pakistan û Erebistana Siûdî de hat îmzekirin, daxuyanî dan.
Asif di daxuyaniyekê de ku di çapemeniya Pakistanî de hatiye weşandin, diyar kir ku peyman destnîşan dike ku di rewşa êrîşek li ser yek ji endamên wê de, aliyên din jî ew ê mekanîzmayek parastinê ya hevbeş çalak bikin.
Asif diyar kir ku pêkanîna peymanê dikare ji ber êrîşên li ser Erebistana Siûdî bikeve bin pirsê, lê îddîa kir ku di derbarê "ketina meriyetê ya peymanê" de ti nezelalî tune. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Artêşa Urdunê îddîa kir ku 18 ji 20 mûşekên balîstîk ên bi eslê xwe Îranî ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hatine astengkirin û îmhakirin, lê du yên din li deverên vekirî yên dûrî herêmên qelebalix ketine.
Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wekî tolhildanek li hember hedefgirtina pênc tankerên petrolê yên Îranê li Kendava Farsê ji aliyê Emrîkayê ve, wan du keştîyên Amerîkî û heşt tankerên petrolê li Tengava Hurmuzê hedef girtine, û her wiha 10 keştîyên ku hewl didan ji herêma qedexekirî derbas bibin, asteng kirine.
Artêşa qaşo ya rejîma îşxalker digel agirbestê jî li gelek deverên başûrê Lubnanê bi top û hewayî gelek wargehên sivîlan hedef girt.