Ukraynayê êrîşî tesîsên leşkerî û rafineriya petrolê yên li Rûsyayê kir

Li gorî agahiyan, hêzên Ukraynayê li Rûsyayê êrîşî tesîseke leşkerî û rafineriyeke petrolê kirin.
Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên Ukraynayê li Rûsyayê li ser tesîseke leşkerî û rafineriyeke petrolê êrişên hewayî pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîş li dijî Kargeha Mekanîkî ya Saranskê ya li Mordovyayê hatiye kirin, ku tê gotin ku cebilxaneyên endezyariyê yên dijî personel, kîtên danîna mayînan, detonatorên cebilxaneyê û girêkên teqandinê hildiberîne, û bûye sedema teqînan.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku di êrîşeke cuda de li ser rafinerîya petrolê ya Makhachkala li Dagestanê, yekîneyeke hilberandinê jî hatiye hedefgirtin.
Hat diyarkirin ku armanca êrîşan kêmkirina potansiyela leşkerî-aborî ya Rûsyayê ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker digel peymana agirbestê, li dijî herêma Bekaaya Libnanê êrîşeke asîmanî li dar xist. Piştî êrîşê li herêmê dûman bilind bûn, lê derheqê candayînan de hêj tu daxuyanîyek nehat dayîn.
HAMASê, ji dîmenên ku wezîrê qaşo yê rejima îşxalker Ben Gvir ji girtîyên Filistînî re muameleyên xerab dike û wan bi înfazê tehdîd dike re bertek nîşan da, bang li civakê kir ku li hember sûcên îşxalkeran tevbigerin.
Li peravên bajara Mahdîaya Tunusê keleka ku koçber di nav de bûn bin av bû, di encamê de zarok û pitik jî di nav de herî kêm 40 kesan canê xwe ji dest dan.
Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, daxuyand hejmarê şehîdên ku di encama êrîşên rejima îşxalker a ku ji Cotmeha 2023yan vir ve bikartîne de şehîd bûne derketîye 68 hezar û 234 kesan, hejmarê birîndaran jî gihîşt 170 hezar û 373 kesan.