Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê: Di êrîşan de hejmarê şehîdan derket 68 hezar û 234 kesan

Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, daxuyand hejmarê şehîdên ku di encama êrîşên rejima îşxalker a ku ji Cotmeha 2023yan vir ve bikartîne de şehîd bûne derketîye 68 hezar û 234 kesan, hejmarê birîndaran jî gihîşt 170 hezar û 373 kesan.
Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, derheqê êrîşênd awîn û hûrgilîyên encamê de daneyên dawîn parve kir.
Li gorî daxuyanîya Wezaretê, di encama êrîşên ji Cotmeha 2023yan vir ve de 68 hezar û 234 kes şehîd bûne, 170 hezar û 373 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyanîyê de bal hat kişandin di êrîşan de sîvîlên ku zarok, pîrek û îxtîyarin hatine hedefgirtin.
Hat destnîşankirin ku li seranserê Xezzeyê hêna jî bi hezaaran mirov di bin kavilan de ne, hejmarê rastîn jî dibe ku ji hejmara ku hatîye diyarkirin zêdetir be.
Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, bang li sazî û civakên navneyeweyî kir ku bila alîkarîyên însanî bi bêastengî bighêjin Xezzeyê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker digel peymana agirbestê, li dijî herêma Bekaaya Libnanê êrîşeke asîmanî li dar xist. Piştî êrîşê li herêmê dûman bilind bûn, lê derheqê candayînan de hêj tu daxuyanîyek nehat dayîn.
HAMASê, ji dîmenên ku wezîrê qaşo yê rejima îşxalker Ben Gvir ji girtîyên Filistînî re muameleyên xerab dike û wan bi înfazê tehdîd dike re bertek nîşan da, bang li civakê kir ku li hember sûcên îşxalkeran tevbigerin.
Li peravên bajara Mahdîaya Tunusê keleka ku koçber di nav de bûn bin av bû, di encamê de zarok û pitik jî di nav de herî kêm 40 kesan canê xwe ji dest dan.