HAMAS: Tehdîdên Ben Gvir a li dijî girtîyan, nîşana zêhnîyeta faşîstên îşxalker e

HAMASê, ji dîmenên ku wezîrê qaşo yê rejima îşxalker Ben Gvir ji girtîyên Filistînî re muameleyên xerab dike û wan bi înfazê tehdîd dike re bertek nîşan da, bang li civakê kir ku li hember sûcên îşxalkeran tevbigerin.
Wezîrê qaşo yê rejima îşxalker di dîmenekî de tê dîtin ku di girtîgeha rejima îşxalker de girtîyên Filistînîyan bi îdam û înfazê tehdîd dike. Hamasê jî ji van tehdîdan re bersiv da û got:
“Dîmenên wezîrê terorîstê sîyonîst Ben Gvîr, ku di girtîgehên îşxalkeran de li dijî girtîyên Filistînîyan îşkence û muameleyên xerab nîşan dide û wan bi înfazê tehdîd dike, mînaka sadîst û faşîstane ya îşxalkerên terorîst ku li dijî gelê me yê Filistînî nîşan dide ye. Em bang li civaka navneteweyî û sazîyên Neteweyên Yekîtîyê dikin ku bila îşkence û îxlalên li dijî girtîyan bidin sekinandin û serokên îşxalkeran jî derxin mehkemeyê.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker digel peymana agirbestê, li dijî herêma Bekaaya Libnanê êrîşeke asîmanî li dar xist. Piştî êrîşê li herêmê dûman bilind bûn, lê derheqê candayînan de hêj tu daxuyanîyek nehat dayîn.
Li peravên bajara Mahdîaya Tunusê keleka ku koçber di nav de bûn bin av bû, di encamê de zarok û pitik jî di nav de herî kêm 40 kesan canê xwe ji dest dan.
Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, daxuyand hejmarê şehîdên ku di encama êrîşên rejima îşxalker a ku ji Cotmeha 2023yan vir ve bikartîne de şehîd bûne derketîye 68 hezar û 234 kesan, hejmarê birîndaran jî gihîşt 170 hezar û 373 kesan.