Trump: Duyemîn keştiya balafiran di rê de ye
Serokê Emrîkayê Donald Trump got ku eger di danûstandinên bi Îranê re rêkeftinek çênebe, dê di demek nêzîk de keştiyeke din a balafiran ber bi Rojhilata Navîn ve biçe.
Trump dema ku ji bo biçe baregeha leşkerî ya Fort Bragg li Karolînaya Bakur ji Qesra Spî derket, pirsên rojnamevanan bersivandin.
Trump di bersiva pirsekê de li ser şandina duyemîn keştiyeke balafiran bo Rojhilata Navîn, bal kişand ser danûstandinên berdewam ên bi rejîma Tehranê re. Trump got, "Heke em nikaribin bi Îranê re li hev bikin, em ê hewceyê wê keştiyê bin."
Trump tekez kir ku hêna bi Îranê re ti rêkeftinek çênebûye û îşaret kir ku hebûna leşkerî li herêmê dikare were zêdekirin. Trump bi bîr xist ku berê keştiyeke balafiran li herêmê bi cih bûye û got, "Dibe ku keştiyeke duyemîn di demek nêzîk de bi rê ve biçe. Ger hewce bike, amade ye. Tiştê ku em qala wê dikin hêzeke pir, pir mezin e."
Trump di derbarê encamên danûstandinan de geşbîniya xwe anî ziman lê îşaret kir ku heke encamek neyê bidestxistin dê tedbîrên tund werin sepandin. Trump diyar kir, "Ez difikirim ku danûstandin dê serkeftî bin. Lê heke ne serkeftî bin, dê encamên pir xirab ji bo Îranê hebin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Xezzeyê, piştî ku bi rêya Xaça Sor a Navneteweyî hatin teslîmkirin, term û perçeyên laşê şehîdên nenas li Dêr el-Belah hatin veşartin. Karbidestan diyar kirin ku rewşa terman "şokker" e.
Li Xezzeyê, hêzên ewlehiyê yên berxwedanê girtina jineke ajan a îsraîlî ragihandin ku tê îddîakirin ku bi hinceta alîkariya mirovî ji jinên esîran agahî kom dikir. Ev bûyer wekî beşek ji stratejiya "şerê mêjî" ya îşxalê hate destnîşan kirin.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku divê Ewropa bibe hêzek jeopolîtîk û banga entegrekirina astengkirina nukleerî ya Fransayê di mîmariya ewlehiyê ya pêşerojê ya YEyê de kir. Di heman demê de, Serokwezîrê Almanya Friedrich Merz ragihand ku ew bi Parîsê re li ser astengkirina nukleerî ya navendî ya Ewropayê hevdîtinên nepenî dikin.