Macron bang li Ewropayê dike ku çekên nukleerî bi dest bixe
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku divê Ewropa bibe hêzek jeopolîtîk û banga entegrekirina astengkirina nukleerî ya Fransayê di mîmariya ewlehiyê ya pêşerojê ya YEyê de kir. Di heman demê de, Serokwezîrê Almanya Friedrich Merz ragihand ku ew bi Parîsê re li ser astengkirina nukleerî ya navendî ya Ewropayê hevdîtinên nepenî dikin.
Emmanuel Macron di Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de axivî û got ku divê Ewropa balê bikişîne ser hizirkirina stratejîk a demdirêj. Macron, bi îdiaya ku tehdîda Rûsyayê ji holê ranabe, daxwaza nirxandinekê kir ka astengkirina nukleerî ya Fransayê çawa dikare di avahiya ewlehiyê ya pêşerojê ya Yekîtiya Ewropayê de were entegrekirin.
Macron tekez kir ku divê Ewropa fêr bibe ku bibe "hêzek jeopolîtîk", û got, "Divê em li ser Ukraynayê hêz û biryardariyê nîşan bidin. Ev dem dema wêrekiyê ye." Wî diyar kir ku divê Ewropa bi peymanên demkurt razî nebe ku pirsgirêkên bingehîn çareser nakin, û divê parzemîn qaîdeyên xwe ji bo hevjîniyê bi Rûsyayê re destnîşan bike.
Serokê Fransayê her wiha îdia kir ku mîmariya ewlehiya Ewropayê di dema Şerê Sar de hatiye sêwirandin û ji bo şert û mercên îroyîn ne guncaw e. Ji ber vê yekê, wî diyar kir ku pêdivî bi ji nû ve avakirina pergal heye.
Friedrich Merz
Şansolyeyê Alman Friedrich Merz ragihand ku Berlîn bi Fransayê re li ser modelek astengkirina nukleerî ya taybetî ji bo Ewropayê danûstandinên nepenî dike. Merz diyar kir ku Almanya dê pabendî wezîfeyên xwe yên navneteweyî bimîne û got ku ev pêvajo di çarçoveya modela parvekirina nukleerî ya NATOyê de tê çareserkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Xezzeyê, piştî ku bi rêya Xaça Sor a Navneteweyî hatin teslîmkirin, term û perçeyên laşê şehîdên nenas li Dêr el-Belah hatin veşartin. Karbidestan diyar kirin ku rewşa terman "şokker" e.
Li Xezzeyê, hêzên ewlehiyê yên berxwedanê girtina jineke ajan a îsraîlî ragihandin ku tê îddîakirin ku bi hinceta alîkariya mirovî ji jinên esîran agahî kom dikir. Ev bûyer wekî beşek ji stratejiya "şerê mêjî" ya îşxalê hate destnîşan kirin.
Serokê Emrîkayê Donald Trump got ku eger di danûstandinên bi Îranê re rêkeftinek çênebe, dê di demek nêzîk de keştiyeke din a balafiran ber bi Rojhilata Navîn ve biçe.