Teqemeniyek ji îşxala Efxenistanê mabû teqiya: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
Di encama teqînekê de li başûrê Efxenistanê du kes hatin kuştin û heft kes jî birîndar bûn.
Li parêzgeha Qendeharê ya başûrê Efxenistanê, ji ber teqîna teqemeniyên neteqiyayî yên ji şerên berê, du kes hatin kuştin û heft kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Polêsê Parêzgehê Molla Esadullah Cemşîdi ragihand ku ji ber ku malbateke xizan li navçeya Maivand a parêzgehê tiştên ku berhev kirine avêtine sobeyekê, teqînek çêbûye.
Karbidest got ku du kes li cihê bûyerê mirin, û heft kesên birîndar ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyek nêzîk.
Li gorî raporê, ji ber teqemeniyên neteqiyayî û mayînên ku ji şer û dagirkeriya zêdetirî çar dehsalan mane, Efxenistan yek ji welatên herî zêde bi mayînan tijî ye li cîhanê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Êtîman, ku ji bo piştgirîkirina xelkê Xezzeyê yê ku di bin siya şer û dorpêçkirinê de ji bo jiyanê têdikoşe, projeya "Her Roj Sifreyek" da destpêkirin, di çarçoveya projeyê de her roj li herêmê belavkirina xwarinên germ didomîne.
Berdevkê Hamasê Hazim Qasim got ku ew ji bo derbasbûna merhaleya duyemîn a peymana agirbestê bi navbeynkaran re cîddî ne.
Artêşa îşxalker di seatên serê sibehê de êrîşê Xan Yûnis û Xezzeyê kir, di encama gulereşandina sîyonîstan de çar Filistînî şehîd bûn.