Sê sîxurên ku bi îşxalkeran re hevkarî kiribûn hatin îdamkirin

Hêzên ewlehiyê yên girêdayî HAMASê, sê sîxurên ku li Xezzeyê bi rejîma siyonîst re hevkariyê dikirin, îdam kirin.
Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku yek ji wan kesên ku hatine îdamkirin di tevahiya salê de di meqamên girêdayî ajansa îstîxbaratê ya rejîma siyonîst de xizmet kiriye û zirarên giran daye berxwedanê. HAMASê tekez kir ku li dijî xayînan tu tawîz nayê dayîn.
Daxuyaniyên berê nîşan didan ku sîxur û hevkarên girêdayî rejîma siyonîst derbarê girtî û tunelên berxwedanê de agahiyan berhev dikin û ciwan bi rêbazên cûrbecûr têne xapandin nav van xefikan. HAMAS ragihand ku ew ê li dû van sîxuran biçe û cezayê ku heq dikin bişîne.
Ev pêşketin di bin siya êrîşên rejîma siyonîst a li ser Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve û qeyrana mirovî ya ku ji ber wê çêbûye de pêk hatin.
Heta niha di êrîşan de zêdetirî 229 hezar Filistînî şehîd bûne an jî birîndar bûne. Bi sed hezaran kes neçar mane ku ji malên xwe derkevin û herî kêm 411 kes jî ji ber birçîbûnê mirine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hêzên çekdarî yên HAMAS û Cîhada Îslamî ragihandin ku wan di operasyonên li dijî hêzên îşxalker ên li Xezeyê de sê tank ji holê rakirine.
Bombardmanên zêde yên rejîma îşxalker a li ser Xezzeyê dewam dikin. Di encama êrîşên domahîya şevê hat kirin de gelek Filistînîyên ku di nav de zarok û pîrek jî hene şehîd bûn.
Li bakurê Sûdanê di hilweşîna madena zêr de herî kêm şeş kes mirin, û tê gotin ku nêzîkî 20 kes jî li benda rizgarkirina ji bin kavilan in.