Hêzên Berxwedanê sê tankên rejîma siyonîst li Xezzeyê ji holê rakirin

Hêzên çekdarî yên HAMAS û Cîhada Îslamî ragihandin ku wan di operasyonên li dijî hêzên îşxalker ên li Xezeyê de sê tank ji holê rakirine.
Tuxayên Îzzeddîn el-Qassamê yê hêzê çekdarî yê HAMASê, du tankên îşxalker ên cureyê "Merkava" li rojavayê Kampa Koçberan a Cîbaliye bi hedefgirtina wan bi mînên bejayî yên bihêz ji holê rakirin.
Her çend teqînê zirareke mezin da tankan jî, ev çalakî wekî beşek ji stratejiya parastinê ya ku ji hêla komên berxwedanê yên li Xezzeyê ve li dijî êrîşên îşxalker pêk tê, hate tomar kirin.
Tuxay di çarçoveya operasyona "Tofana Eqsayê" de li herêmê li dijî wesayît û yekîneyên îşxalkeran berxwedana çalak didomînin.
Tuxayên Qudsêyê hêzê çekdarî yê Hereketa Cîhada Îslamî, li taxa Şêx Ridwan bi teqemeniyek destçêkirî tankek "Merkava" ji holê rakirin.
Di operasyonê de ti zirar negihîşt sivîlan û hewldana îşxalkeran a ji başûr ve ketina navenda bajêr hate pûçkirin. Amûrên leşkerî û alavên ragihandinê yên ku ji hêla îşxalkerên vekişiyayî ve li pey xwe hiştine, hatin desteserkirin.
Tuxayên Îzzeddîn el-Qassam ên girêdayî HAMASê di çarçoveya operasyona "Asayê Mûsa" de mucadeleya xwe ya ji bo sekinandina pêşveçûna hêzên îşxalker li herêmên Şêx Ridwan, Zeytûn û Cîbaliyeyê didomînin.
Ji ber êrîşên rejîma siyonîst a li ser Xezzeyê ya ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, zêdetirî 64 hezar Filistînî şehîd bûne, zêdetirî 164 hezar kes birîndar bûne û bi sed hezaran kes jî mecbûr mane ku ji malên xwe derkevin. Bi mîlyonan Filistînî hîn jî di bin koçberî û wêrankirina bi darê zorê de ji bo jiyanê mucadeleyê dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Civîna Ereb-Îslamê yê ku li paytexta Dohaya Qeterê kom bû, wê li ser mijare êrîşa siyonîst a li ser Qeterê bisekine. Tê hêvîkirin ku wê li civînê de wê welatên Ereb û Îslamê helwestekî hevpar rê bidin û gavên pêximker bê avêtin.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 64 hezar û 905an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 164 hezar û 926 kesan.
Zêdetirî 40 keştîyên Fîloya Berxwedanê ji bendera Bizerte ya Tunisê wekî beşek ji hevgirtina navneteweyî li dijî dorpêça Xezzeyê derketin rê. Di fîloyê de ji 40 welatan aktîvîst û bi dehan ton melzemeyên alîkariyê hene.
Li Sûdanê Hêzên Destekê yê Bilez (HDB), li wilayeta Nîla Sipî bi balafirên bêmirov (ÎHA) êrîşî santraleke ceyranê, depoyên sotemenîyê û balafirgehekî kir.