Serîyyeyên Qudsê, şehadeta hinek fermandaran daxuyand

Berdevkê Serîyyeyên Qudsê Ebû Hamza, daxuyand ku hinek fermandarên konseya bilind û leşkerî yên tevgerê şehîd bûne.
Berdevkê Serîyyeyên Qudsê Ebû Hamza baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî, şehîdên ku di operasyona “Tofana Eqsayê” de ku li Xezzeyê tê meşandin hatine şehîdkirin diyar kir.
Ebû Hamza li ser qenala Telegramê bi vîdeoyî daxuyanîyek parve kir.
Berdevkê nû Ebû Hamza, di daxuyanîyê de “Nacî Maher Ebû Seyf” ku bi kunyeya “Ebû Hamza” dihat naskirin û wezîfeya “berdevkê leşkerî” bikar dianît jî yad kir.
Ebû Hamza di daxuyanîya xwe de îfade kir ku dijmin di herba xwe de weka ku ji operasyonên leşkerî re bersivê bide herbekî nedimeşand, ew li hember gelê mezlum wek wehşîyane û barbarî herbekî da destpêkirin, Wî bal kişand ku bersiva dijmin, bi tevî piştgirîya Emrîkayê armanca wan a qirkirin û wehşetê ya li ser gelê mezlum nîşan dide.
Di daxuyanîyê de Ebû Hamza weha got, “Dijmin, bi kuştina bi dehhezaran sîvîlan ku di nav wan de zarok û pîrekên mezlum jî hene xwe bi zelalî nîşan daye ku ew çi armanc dike.”
Berdevkê Serîyyeyên Qudsê Ebû Hamza destnîşan kir ku di navbera Serîyyeyên Qudsê û Tûgayên Qessam de tu carî têkilî qut nebûye, û ew îfade kir ku bi peymana agirbestê re jî bi temamî girêdayî ne, wê di vê pêvajoyê de jî got ku ew ê “tewra dijmin bişopînin”. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker digel peymana agirbestê, li dijî herêma Bekaaya Libnanê êrîşeke asîmanî li dar xist. Piştî êrîşê li herêmê dûman bilind bûn, lê derheqê candayînan de hêj tu daxuyanîyek nehat dayîn.
HAMASê, ji dîmenên ku wezîrê qaşo yê rejima îşxalker Ben Gvir ji girtîyên Filistînî re muameleyên xerab dike û wan bi înfazê tehdîd dike re bertek nîşan da, bang li civakê kir ku li hember sûcên îşxalkeran tevbigerin.
Li peravên bajara Mahdîaya Tunusê keleka ku koçber di nav de bûn bin av bû, di encamê de zarok û pitik jî di nav de herî kêm 40 kesan canê xwe ji dest dan.
Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, daxuyand hejmarê şehîdên ku di encama êrîşên rejima îşxalker a ku ji Cotmeha 2023yan vir ve bikartîne de şehîd bûne derketîye 68 hezar û 234 kesan, hejmarê birîndaran jî gihîşt 170 hezar û 373 kesan.