Serokwezîra revîyayî ya Bangladeşê Şêx Hesîna bi cezayê darvekirinê ve hat cezakirin
Dadgeha Tawanên Navneteweyî ya Bangladeşê, Serokwezîra berê Şêx Hesîna bi sûcên li dijî mirovahiyê, ji ber bersiva tund a hikûmeta wê ya li hember xwepêşandanên xwendekaran ên par, cezayê darvekirinê da.
Serokwezîra Bangladeşê ya reviyayî û ji kar dûrxistî Şêx Hasîna, ji ber serkutkirina tund a xwepêşandanên xwendekaran ku bûn sedema hilweşîna hikûmeta wê û revîna wê bo Hindistanê di Tebaxa sala borî de, bi sûcên li dijî mirovahiyê sûcdar hat dîtin.
Siyasetmedara 78 salî yê reviyayî bi tohmeta "ajokar û mîmarê sereke" yê serkutkirina xwepêşandanên girseyî yên sala borî ku tê de nêzîkî 1400 kes hatin kuştin, bi nebûna xwe tê darizandin.
Dadgeheke taybet li Dakkayê, paytexta Bangladeşê, Serokwezîra berê Şêx Hasîna, ji ber sê tawanên li dijî mirovahiyê di dema serhildana Tîrmeha borî de li welat, bi nelirêtiyê cezayê darvekirinê da.
Wezîrê Karên Hundir ê berê yê Bangladeşê Asaduzzaman Xan Kemal jî cezayê darvekirinê xwar.
Dadgehê cezayê girtîgehê yê herî zêde yê Serfermandarê berê Chowdhury Abdullah Al Mamun, ku şahidê sereke yê dozê ye, daxist pênc salan.
Li gorî raporek Neteweyên Yekbûyî, di xwepêşandanên di navbera 15ê Tîrmeh û 5ê Tebaxa 2024an de, dibe ku heta 1400 kes hatibin kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne, gelek ji wan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve. Ev bûyerên herî tundûtûj bûn ku Bangladeşê ji şerê serxwebûnê yê 1971an vir ve dîtiye.
Di dema darizandinê de, dozgeran ji dadgehê re gotin ku wan delîl derxistine holê ku Hasina rasterast ferman daye ku hêza kujer bikar bînin da ku serhildana bi pêşengiya xwendekaran were tepeserkirin.
Beriya biryarê li Bangladeşê alozî û girjî zêde bûye. Di çend rojên borî de li seranserê welat herî kêm 30 teqînên bombeyên xav û 26 wesayît şewitandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Her çiqas trajediya ku ji ber barana dawî li Xezzeyê qewimî dilê mirov diêşîne jî, mixabin bi deh hezaran konteynerên ku dihat texmînkirin ku ji bo xelkê herêmê rehetiyek girîng bînin, li ser sînorê Misrê li bendê ne.
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhaf Ebû Qesra li Şamê şandeyeke payebilind a Rûsyayê bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Yunus-Bek Yevkurov mazûvaniya kir. Civîn li ser xurtkirina hevkariya leşkerî û pêşxistina mekanîzmayên hevrêziya hevbeş bû.
Otobûsek ku rêwîyên umrê di nav de bûn dema ku ji Mekkeyê diçûn Medîneyê li tanekerekî qelibî. Li gorî diyarîyên ewil di encamê de 42 an jî 45 kes canê xwe ji dest dane, di nav mirîyan pîrek û zarok jî hene.