Serokkomarê Sûrîyê Şara: Em ji şer natirsin, me parastina ax hilbijart

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed El Şara diyar kir ku wan ji bo ewlehiya gel li hemberî êrîşên derve bi aqilane tevgeriyane û got, "Em ji şer netirsiyan, lê me tercîh kir ku yekîtiya welat biparêzin."
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed El-Şara di daxuyaniyekê de îfade kir, pêşketinên dawî nirxand û diyar kir ku ew ji bo ewlehiya gel li hemberî êrîşên derve bi aqilê selîm tevdigerin.
Şara diyar kir ku piştî rejîma kevin, hêzên derve plan dikirin ku Sûrîyeyê bixin nav kaosê û gel parçe bikin, û got, "Li axa me ji bo armancên kesên dinê cih tune. Sûrîye dê navûdengê xwe dîsa bi dest bixe."
Şara di derbarê êrîşên hewayî yên vê dawiyê yên rejîma sîyonîst li ser paytext Şam û Suweydayê de got ku ew bi du vebijarkan re rû bi rû ne: "Yan li dijî êrîşên derve şer bikin an jî ji şêxên Durzî yên li Suweydayê re bingehek ji bo rêkeftinê pêşkêş bikin. Me hilbijartina parastina yekîtiya gel û yekparçeyiya welat kir."
Şara bal kişand ku tevî agirbesta ku ji hêla Emrîka, Ereb û Tirkîyeyê ve hatiye kirin, êrîşên derve berdewam dikin, û aloziya navxweyî ya li Suwêdayê bi hemî saziyên dewletê re hatiye çareser kirin û ewlehiya herêmê bi giranî hatiye misoger kirin.
Şara behsa peymana bi Durzîyan re kir û got, "Ew beşek girîng ê vî welatî ne. Ewlekariya wan ji bo me pêşîn e. Em ê bi hevkariya komên herêmî û pêşengên raya giştî yên Durzîyan aştiyê ava bikin."
Di heman demê de, di êrîşên hewayî yên doh de, avahiya Serfermandariya Giştî, Wezareta Parastinê û derdora Qesra Serokkomariyê ya li Şamê bûn hedef û wezîrê parastinê yê qaşo rejîma sîyonîst ragihand ku "dema hişyariyê bi dawî bûye", û Şamê bi tehdîdên nû re rû bi rû hişt. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Agirekî li navenda danûstandinê ya "Hypermarket" ku tenê heft roj berê li Kut a Iraqê vebû, 61 kesan canê xwe ji dest dan. Piştî bûyerê sê roj şîn hat ragihandin û hat ragihandin ku dê doz li xwediyê navenda danûstandinê bê vekirin.
Yekîtîya Alimên Misilmanên Cîhanê, êrîşa sîyonîst a li ser Şamê wekî "derbeyek giran li rûmeta Ummetê" bi nav kir, û daxwaza civîneke bilez bi welatên Îslamî kir. Yekîtiyê her wiha ji bo Xezzeyê û Sûriyeyê daxwaza avakirina hevpeymaniyeke leşkerî û aborî kir.
Hat ragihandin ku hêzên hikûmeta Sûrîyeyê bi temamî ji wîlayeta Suweydayê ku li wir pevçûnên bi komên Durzî re qewimîne vekişiyane.
Hêzên Asayîşa Qudsê ragihand ku îşxalkeran di dema pêşveçûna xwe ya ber bi taxa Zeytûnê ya Xezzeyê de wesayîteke leşkerî bi teqemeniyeke bihêz hedef girtin û wêran kirin.