Serîyyeyên Qudsê wesayîteke leşkerî ya rejîma sîyonîst îmhe kirin

Hêzên Asayîşa Qudsê ragihand ku îşxalkeran di dema pêşveçûna xwe ya ber bi taxa Zeytûnê ya Xezzeyê de wesayîteke leşkerî bi teqemeniyeke bihêz hedef girtin û wêran kirin.
Serîyyeyên Qudsê, ya baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî, li taxa Zeytûnê ya rojhilatê Xezzeyê wesayîteke leşkerî ya aîdî rejîma sîyonîst hedef girt.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên berxwedanê teqemenî bi rastbûnek mezin li ser rêya wesayîta îşxalker danîne û dema ku wesayît derbas dibû teqandine.
Ev tevgera berxwedanê di çarçoveya têkoşîna "Tofana Eqsayê" de pêk hat ku li dijî êrîş û hewildanên dagirkirinê yên artêşa rejîma siyonîst a li dijî Xezzeyê nêzîkî salek û nîv e tê kirin.
Komên berxwedana Filistînî li deverên cuda yên Xezzeyê li dijî pêşveçûna îşxalkeran operasyonên parastinê yên dijwar didomînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Agirekî li navenda danûstandinê ya "Hypermarket" ku tenê heft roj berê li Kut a Iraqê vebû, 61 kesan canê xwe ji dest dan. Piştî bûyerê sê roj şîn hat ragihandin û hat ragihandin ku dê doz li xwediyê navenda danûstandinê bê vekirin.
Yekîtîya Alimên Misilmanên Cîhanê, êrîşa sîyonîst a li ser Şamê wekî "derbeyek giran li rûmeta Ummetê" bi nav kir, û daxwaza civîneke bilez bi welatên Îslamî kir. Yekîtiyê her wiha ji bo Xezzeyê û Sûriyeyê daxwaza avakirina hevpeymaniyeke leşkerî û aborî kir.
Hat ragihandin ku hêzên hikûmeta Sûrîyeyê bi temamî ji wîlayeta Suweydayê ku li wir pevçûnên bi komên Durzî re qewimîne vekişiyane.