Serfermandarê Giştî yê siyonîst: Em Xezzeyê îşxal bikin jî, em nikarin HAMASê têk bibin

Serfermandarê artêşa îşxalker Îyal Zamîr qebûl kir ku her çend Xezze were îşxalkirin jî, HAMAS ne ji hêla leşkerî ve û ne jî ji hêla siyasî ve nayê têkbirin.
Li gorî medyaya îşxalker, Serfermandarê Giştî Îyal Zamîr di civîna ewlehiyê ya roja Yekşemê de ku di bin serokatiya Serokwezîr Benjamin Netanyahu de hat lidarxistin, got ku "HAMAS ne ji hêla leşkerî ve û ne jî ji hêla siyasî ve nayê têkbirin."
Zamîr diyar kir ku êrîşa bejayî ya berfireh ku artêşa îşxalker amadekariyan dike ku bide destpêkirin wê bi mehan bidome û got ku îşxalkirina bajarê Xezzeyê bi tena serê xwe wê herî kêm şeş mehan bidome, lê kontrolkirina wê bi tevahî wê hîn dirêjtir bidome.
Rejîma Siyonîst bi piştgiriya Emerîkayê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve di êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê de 64 hezar û 905kes kuştine. Her wiha 164 hezar û 610 kes jî birîndar bûne. Piraniya şehîdan jin û zarok bûn, bi sed hezaran sivîl jî bi darê zorê koçber bûn.
Ji ber birçîbûn û xelayê herî kêm 422 Filistînî, ku 145 ji wan zarok bûn, jiyana xwe ji dest dane. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Civîna Ereb-Îslamê yê ku li paytexta Dohaya Qeterê kom bû, wê li ser mijare êrîşa siyonîst a li ser Qeterê bisekine. Tê hêvîkirin ku wê li civînê de wê welatên Ereb û Îslamê helwestekî hevpar rê bidin û gavên pêximker bê avêtin.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 64 hezar û 905an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 164 hezar û 926 kesan.
Zêdetirî 40 keştîyên Fîloya Berxwedanê ji bendera Bizerte ya Tunisê wekî beşek ji hevgirtina navneteweyî li dijî dorpêça Xezzeyê derketin rê. Di fîloyê de ji 40 welatan aktîvîst û bi dehan ton melzemeyên alîkariyê hene.