Li Dohayê Civîna Ereb-Îslamê dest pê kir: Êrîşa siyonîst a li ser Qeterê di rojevê de ye

Civîna Ereb-Îslamê yê ku li paytexta Dohaya Qeterê kom bû, wê li ser mijare êrîşa siyonîst a li ser Qeterê bisekine. Tê hêvîkirin ku wê li civînê de wê welatên Ereb û Îslamê helwestekî hevpar rê bidin û gavên pêximker bê avêtin.
Îro li Dohayê paytexta Qeterê Civîna derasayî yê serokên Ereb-Îslamê dest pê kir. Rojeva bingeh a civînê êrîşa siyonîstan a li dijî Qeterê ye.
Daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Derve ya Qeterê hat nîşan dan de hat îfadekirin ku di civînê de li ser danezanek hevbeş a Ereb-Îslamî tê xebitandin. Êrîşa li ser Dohayê ne tenê ji bo Qeterê, lê ji bo tevahiya herêmê wekî xalek dîrokî ya werçerxê hate binavkirin. Li dijî malên rêberên Hamasê yên li Dohayê êrîş hatibû rastkirin.
Şêx Muhemmed bîn Ebdurrehman El Sanîyê Wezîrê Karên Derve û Serokwezîr e, doh di civîna hazirîyê de gotibû, “Divê li dijî êrîşên îsraîlê bêdeng neyê sekinandin. Ceza nedana civaka navnetewî, cesaretê dide îşxalkeran. Divê gavên berbiçev bên avêtin.
Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Ereb Ehmed Ebû Xeyit, beriya civînê di daxuyaniyekê de êrîş wekî "tirsonekî, xayîntî û bêfikaranê" bi nav kir. Ebû Xeyit girîngiya rola navbeynkariyê ya Qeterê tekez kir ku û êrîşê her wiha derbeyek li hewldanên sekinandina xwînrijandina li Filistînê xist.
Tê gotin ku ev civîn ne tenê êrîşa li ser Qeterê nîqaş bike, lê di heman demê de rê li ber gavên xurtkirina hevgirtina Ereb-Îslamî jî veke. Beşdaran girîngiya krîtîk a çalakiyên hevbeş ji bo hevsengiya herêmî tekez kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serfermandarê artêşa îşxalker Îyal Zamîr qebûl kir ku her çend Xezze were îşxalkirin jî, HAMAS ne ji hêla leşkerî ve û ne jî ji hêla siyasî ve nayê têkbirin.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 64 hezar û 905an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 164 hezar û 926 kesan.
Zêdetirî 40 keştîyên Fîloya Berxwedanê ji bendera Bizerte ya Tunisê wekî beşek ji hevgirtina navneteweyî li dijî dorpêça Xezzeyê derketin rê. Di fîloyê de ji 40 welatan aktîvîst û bi dehan ton melzemeyên alîkariyê hene.