Serîyyeyên Qudsê derbarê operasyona li El Xelîlê de daxuyaniyek weşandin: "Operasyoneke qehremanî"
Serîyyeyên Qudsê ji bo çalakîya li El Xelîlê ku tê de du Filistînî şehîd bûn û pênc leşkerên sîyonîst birîndar bûn, piştgiriya xwe nîşan dan û li dijî hêzên îşxalker û milîsên Cihû banga zêdekirina têkoşîna li Şerîaya Rojava kirin.
Serîyyeyên Qudsê, baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, derbarê pevçûnên çekdarî yên li El Xelîlê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de operasyona li El Xelîlê wekî "operasyoneke qehremanî" hat binavkirin û silav li Filistîniyên ku beşdarî şer bûne hat kirin.
Serîyyeyên Qudsê diyar kirin ku ev çalakî bertekek li hember pêkanînên hêzên îşxalker ên li dijî Filistîniyan li Şerîaya Rojava û kampên penaberan, êrîşên çeteyên Cihû û polîtîkayên wêrankirin û birçîbûnê yên li Şerîda Xezzeyê ye.
Di daxuyaniyê de banga zêdekirina têkoşîna li dijî Filistîniyan li bajar û kampên penaberan ên Şerîaya Rojava ya îşxalkirî hat kirin. Serîyyeyên Qudsê diyar kirin ku divê bi hemî rêbazên berdest rûbirûbûna rasterast a li dijî hêzên îşxalker û milîsên cihûyan were zêdekirin.
Li nêzîkî xala kontrolê ya Farş el-Hawa ya li deriyê rojavayê El Xelîlê, di pevçûneke çekdarî de du Filistînî şehîd bûn. Nûçeyan, ku agahiyên hêzên îşxalker ên sîyonîst dispêrin wan, diyar kirin ku di pevçûnê de pênc leşker birîndar bûne, ku rewşa du ji wan jî giran e.
Piştî pevçûnan, hêzên îşxalker li gundên derdorê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin, hinek rê girtin û li herêmê dest bi lêgerînê kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Parlamentoya Îranê got ku şerekî muhtemel ew ê ji bo Washingtonê pir biha be.
Hamas îddîayên ku tehdîda dubarekirina operasyona 7ê Cotmehê red dike û bang li navbeynkaran dike ku îxlalkirinên îşxalkeran bi dawî bikin.
Li Herêma Xweser a Tibetê ya Çînê, di erdhejeke bi hêza 7 pileyî de 16 kes mirin û 46 kes jî birîndar bûn. Li herêmê, ku bi sedan xanî wêran bûne an jî zirar dîtine, operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.