Hamasê îddîayên ku dibêjin ew operasyoneke mîna ya 7ê Cotmehê plan dike red kirin
Hamas îddîayên ku tehdîda dubarekirina operasyona 7ê Cotmehê red dike û bang li navbeynkaran dike ku îxlalkirinên îşxalkeran bi dawî bikin.
Tevgera berxwedana Îslamî Hamas rastbûna raporên rojnameya Îbranî Yedioth Ahronoth ku digot tevgerê bi rêya rayedarekî NY tehdîda operasyoneke dişibihe operasyona 7ê Cotmeha 2023an de, red kir û pabendbûna xwe ya bi peymana agirbestê ya li Xezzeyê tekez kir.
Berdevkê Hamasê Hazim Qasim diyar kir ku rapora rojnameyê ya ku îddîa dike ku tehdîd bi rêya rayedarekî NY hatiye şandin "derew" e û daxuyaniya medyaya îşxalker a li ser mijarê red kir.
Qasim bang li navbeynkaran kir ku ji bo rawestandina îxlalkirin û êrîşên îşxalkerên sîyonîst ên li dijî gelê Filistînê bi lez û bez tevbigerin û ji bo bicîhanîna şertên peymana agirbestê bixebitin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Herêma Xweser a Tibetê ya Çînê, di erdhejeke bi hêza 7 pileyî de 16 kes mirin û 46 kes jî birîndar bûn. Li herêmê, ku bi sedan xanî wêran bûne an jî zirar dîtine, operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Li Derayê di êrîşa rejima îşxalker de sivîlekî seqet canê xwe ji dest da.
Hêzên Efxenistanê li Baglanê depoyeke çek û teqemeniyan bidestxistin.