Rûsya: Li santrala termoelektrîkê ya TES-6 a li Kîevê êrîş hat kirin
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li santrala termoelektrîkê ya TES-6 a li Kîevê paytexta Ukraynayê, ku enerjiyê dide navendên lojîstîkê yên leşkerî û depoyên çek û alavên leşkerî, êrîş hatiye kirin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku artêşa Rûsyayê operasyonên xwe yên li ser lojîstîk û binesaziya enerjiyê ya ku ji bo temînkirina pêdiviyên pîşesaziya parastinê ya Ukraynayê tê bikar anîn, didomîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşan de keştîyên behrê yên ku xizmetê didin Hêzên Çekdar ên Ukraynayê jî bûne hedef.
Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin: "Di encama êrîşan de, santrala termîk a TES-6 ku ceryanê dide tesîsên lojîstîkê yên leşkerî û deverên depoyên çek û alavên leşkerî yên li Kîevê, rastî lêdanan hat." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Emrîka ji ber êrîşa leşkerî ya muhtemel a li ser Îranê amadekariyên xwe yên leşkerî li Rojhilata Navîn leztir dike, û çalakiya xwe ya li herêmê bi girîngî zêde dike.
Di bernameya lêpirsînê ya "Tiştê ku Veşartî ye Mezintir e" de, qeydên ku berê nehatine weşandin ên têkildarî jiyana Muhammed Deîf û serokatiya wî ya Tûgayên Qessam, û her weha belgeyên têkildarî pêvajoya amadekariyê ya Operasyona Eqsayê, hatin parvekirin.
Artêşa îşxalker herêma Eyn Dêr Behha ya li El Xelîlê, li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî, wekî herêmeke leşkerî ya girtî ragihand.