Rûsya: Digel agirbesta demkî êrîşên Ukraynayê didomin
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Ukrayna digel agirbesta demkî êrîşên xwe didomîne.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi bîr xist ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn biryara agirbestê ji 19ê Nîsanê saet 18:00 heta 21ê Nîsanê saet 00:00 daye.
Di daxuyaniyê de weha hat gotin, "Digel agirbesta ku bi wesîleya Cejna Paskalyayê hat ragihandin, Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê bi şev hewl dan êrîşî çeperên artêşa Rûsyayê yên li Komara Gel a Donetsk a li nêzî wargehên Suhaya Balka û Bogatyr bikin. Êrîşa ku hat kirin hat şikandin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara qurbaniyên lehiyên ji ber barana dijwar li Asfî (Safî) ya Mexrîbê gihîşt 21 kesan. Baranên ku bi lez zêde bûn, li bajêr wêraniyek berfireh çêkir.
Xelîl el-Heyya, rêberê Hamasê, di gotarekê de ku bi minasebeta salvegera 38emîn a tevgerê kir, tekez kir ku Operasyona El-Eqsayê îddîaya rejîma sîyonîst a "pêşîgirtina stratejîk" têk bir; wî banga ji nû ve avakirin, alîkariya mirovî û yekîtiya neteweyî kir.
Parêzgarê Tulkeremê Abdullah Kemil ji civaka navneteweyî xwest ku destwerdana lezgîn bikin da ku fermana leşkerî ya ku hilweşandina 25 avahiyên li Kampa Penaberan a Nur Şams ferz dike rawestînin.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.